Polîtîk

Qaddafî: Mafê kurdan ê serxwebûnê heye

Serokê Lîbyayê Mûamer Qezafî, di daxuyaniyeke xwe de gotiye, “Mafê kurdan heye serxwebûna xwe ragihînin û pêwîst e gelê ereb û her kes wî mafî rewa bibîne.”

Li gor nûçeyeke malpera Media News, hatiye gotin ku daxuyaniya Qezafî ya derbarê serxwebûna kurdan li Rojhilata Navîn de, piştî rexneyên wî ji welatên ereb re hatiye gotin, ku welatên ereb nikarin wek Yekîtiya Ewropayê yekdeng bin.

Qezafî her wiha gotiye, “Pêwîst e em wek welatên ereb girîngiyê bi hemû aliyan bidin, mebesta min jî ku nikolî û piştguhkirina hîç neteweyekê nehête kirin.”

Ev gotina Qezafî di civîna Komkara Ereban de rastî nerazîbûna gelek welatên ereb hatiye û bi taybetî bi dilgiraniya Sûriyê hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku gelê kurd piştî Şerê Cîhanê ê Yekemîn, bi fermî li ser 4 welatan hatin parvekirin, Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq û beşê mezin ji kurdan ketin nav axa Tirkiyê ku li başûr-rojhilatê wî welatî cih digirin.

Back to top button