
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo wan danûstandinên ji bo ku, HSD tevlî Artêşa Sûriye bibe dubare kir.
Di konferanseke rojnamegeriyê de, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê tekez kir ku Washington piştgiriyê dide her civîna di navbera HSê û desthilatdarên nû yên Şamê.
Tammy Bruceyê dibêje: “Em piştgiriya xwe ji bo gotubêjên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de yên bi armanca tevlîkirina HSDyê ya di nav Artêşa Sûriyeyê de didomînin.”
Bruceyê got ku,Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack hewlên xwe didomîne da ku ewlehî û aramiyê ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê misoger bike û got:
“Em piştgiriyê didin hemû civînên berhemdar ên di navbera HSD û Serok (Ehmed) Şer de dikin.”


