Prefesor Ematzia Baram pispor û şarezayê rojhilatan navîn û Bakurê Efrîqyayê û mamosteyê dîroka rojhilata Navîn li zanîngeha Haifa li Îsraîlê di hevpeyvînek xwe de digel rojnameya Gulan behsa serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje berê her tiştî divê kurd tikriyeyê razî bikin.
Baram di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, ji bona serxwebûnê, divê kurd Tirkiyeyê, ne Amerîkayê bi cidî werbigir in.
– Kurdan Kurdistan heye û heta çiyayê Şingalê dirêj dibe, kurdan neft heye, kurdan di van salên dawiyê de xwe îspat kir ku, ew dikarin yekgirtî bin û xwe îdare bikn, ango di warê erd û neftê de rewşa kurdan baş e. Pirsgirêka kurda eve; gihştina deryayê ye, kurdan ev nîne. Ji bo vê yekê divê kurd digel Tikriyeyê danûstandin bikin û digel Tirkiyeyê li hev bikin. Divê berî kurd serxwebûnê ragehîn in têkeliyên baş digel Tirkiyeyê hebin. Ji bo serxwebûnê divê razîbûna Tirkiyeyê bidest bixin daku bi rêya Tirkiyeyê destê kurdan bigehe deriya Spî Naverast. Ev ji bo neftê, ji bo çek û ji bo êkonomî giring e.
– Eger Amerîka bêje nexêr û Tirkiye bêje belê bila kurd serxwebûna xwe îlan bikin. Sala 1948 serokê Amerîkayê Harry Troman piştevanî li îlankirina serxwebûna Îsraîlê nekir, lê serkirdê Îsraîlê David bin Guryon bi her awayî serxwebûna Îsraîlê ragehand, û li 15 adarê serokê Amerîkayê yekem serokdewlet bû îtîraf bi Îsraîlê kir. Serokê Amerîkayê daxwaz ji Îsraîlê kir serxwebûnê îlan nekin, lê dema îsraîliyan serxwebûna xwe ragehand yekem serok serokê Amerîkayê bû serxwebûna Îsraîl na skir. Eger serok Omaba ji kurdan re bêje serxwebûna xwe îlan nekin, hemû serokê Amerîkayê wisa dibêj in, lê bila kurd vê bi cidî wernegiirn, lê divê kurd Tirkiye bi cidî werbigir in.
Dibê ku dîtînên jorîn rast bin. Lê Tirkîyê ferman ji ke distînê.?\r\nBimînin di xêr û xoshîyê da.