Cîhan

Alozî li hinek deverên Sûriye heye

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê taybet ji bo Sûrî Geir Pedersen daxûyakirin ku,, aloziya li hinek navçeyên Sûrî “cihê nîgeraniyê ye.

Pedersen di civîneke girtî ya Konseya Asayişa Navdewletî de tekezî li ser pêwîstiya vegerandina serwerî, yekîtî û yekparçebûna Sûriyeyê û rawestandina hemû kiryarên tundiyê kir.

Amaje bi wê jî kir, “Lihevhatinek berfireh li ser prensîbên bingehîn ên biryara 2254 ya Encûmena Asayişê heye.”

Pedersen got jî: “Veguhestina siyasî divê di destên Sûriyeyê de be, ligel misogerkirina rêveberiyeke pêbawer, ne mezhebî, çaksaziya destûrî, hilbijartinên dadmend û beşdariya jinan.”

Hefteya borî, Pedersen banga kirina hilbijartinên “azad û dadmend” piştî bi bidawîbûna qonaxa veguhêz li Sûriyeyê piştî nêzîkî sê mehan, kir û hêvî xwast ku çareseriyeke siyasî bi Rêveberiya Xweser a Kurdî re bê kirin.

Pedersen di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanan re li Şamê got: “Pêwîstiya me bi alîkariya mirovî ya bilez heye. Lê divê em jî piştrast bin ku Sûriye dikare ji nû ve were avakirin, vejandina aboriyê bibînin û bi hêvî me ku destpêka pêvajoyek ku sizayan bi dawî bike, bibînin.”

Herwiha Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê taybet bi Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku “li hin deveran hîn kêşe hene û yek ji kêşeyên herî mezin, rewşa bakurê rojhilatê welat e.”

Back to top button