Cîhan

Ev rejîmeke Îslamî ye dixwaze tevahiya Sûriyeyê kontrol bike.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di axavtineka xwe de behsa rewşa Sûrî kir û got: “Tiştê ku li Sûriye rûdayî, ne radestkirina desthilatê bi awayekî aştiyane bû, lê toreke terorîst ji Idlibê hat û Şamê xist bin kontrola xwe. Rast e ku welatên rojava bi awayê radestkirina desthilatê li wir bi aştiyane razî ye, lê divê em ji bîr nekin ku ew ne sîstemek desthilatdariyê ya ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin. Welatên Rojava bi heyecan e, ji ber ku ew dixwaze alîkariya aramiyê û vegerandina bi milyonan penaberên Sûrî bike. Lê rewşa Sûriyeyê ne dilniyayê nade û aramiyeke rasteqîn tuneye.”

Wezîrê Derve berdewamiya axavtina xwe de dibêje: “Li bajarên peravê şer û pevçûn hene. Gefên eşkere yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo jinavbirina xweseriya Kurdan hene. Destdirêjî li Xiristiyanan tê kirin, ji ber ku ev rejîmeke Îslamî ye ku dixwaze tevahiya Sûriyeyê kontrol bike.”

Ev yek di demekê de ye, Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ehmed Şera berî du hefteyan bi xwe amaje bi wê yekê kiribû ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi Îsraîlê re nakeve nav nakokiyan.

Back to top button