ALO 153 dest bi pêşkêşkirina xizmetê bi zimanê Kurdî kir

Di çarçoveya xizmetên şaredariyê yên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê de, Navenda Bangê ya ALO 153 dest bi pêşkêşkirina xizmetê bi zimanê Kurdî kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, xebatên xwe yên li ser Navenda Bangê ya ALO 153 didomîne, ku ji bo nirxandina daxwaz, pêşniyar û giliyên welatiyan di çarçoveya nêzîkatiya şaredariya civakî de ava kiriye. Rojane, bi hezaran welatiyan derfet distînin ku daxwazên xwe bêyî ku biçin avahiya şaredariyê bi rêya Navenda Bangê ya girêdayî Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Giştî ragihînin. Navenda Bangê ku heta niha bi zimanê Tirkî xizmet pêşkêş dikir, êdî dê daxwazên bi zimanê Kurdî qebûl bike, ev yek jî dihêle ku welatî ji xizmetên bi zimanê xwe yê dayikê sûd werbigirin.
Xizmeta şaredariyê ya pirzimanî
Berîvan Gûneş, Seroka Beşa Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Giştî, derbarê xizmetê de agahî da û diyar kir ku wan xizmeta Kurmancî wekî gava yekem di peydakirina xizmetên şaredariyê yên pirzimanî de ji bo welatiyan xistiye rojeva xwe û tekez kir ku ew ê di pêşerojê de hewlên xwe yên ji bo peydakirina xizmetan bi zazakî, îngilîzî û erebî bidomînin. Güneş got, “Welatiyên me dikarin bi her zimanê ku dixwazin ji bo xizmetê bigihîjin me.”
‘Welatiyên me wê bikaribin bi rehetî xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade bikin’
Güneş, ku tekez kir ku armanca sereke ya yekem a pêkanîna vê xebatê ew e ku welatî bikaribin xwe bi rehetî bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin, gotinên xwe wiha domand: “Me pêşanî da Kurmancî. Ev rewş li gorî daxwazên welatiyên me pêş dikeve. Di heman demê de, ji bo ku em xizmeta geştiyarên ku tên bajêr bikin, em ê di pêşerojê de bi îngilîzî û erebî jî xizmetan pêşkêş bikin. Em ê xebata xwe bi zimanê ku geştiyar û welatiyên ku li bajêr dijîn xwe herî baş îfade dikin, bikin.