Prensê welîehdê Siûdîyê û Trump belgeya hevkariya aborî ya stratejîk îmze kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman li Riyadê li Qesra El-Yemamê belgeya Hevkariya Aborî ya Stratejîk îmze kirin.
Serokê Amerîkayê roja Sêşemê gihîşt Riyadê, û serdaneke “dîrokî” dest pê kir ku tê de Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Qeter jî cîgirtin. Ew li Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid ji aliyê Prens Mihemed bin Selman, Prens welîeht û Serokwezîrê Erebistana Siûdî ve hate pêşwazîkirin.
Rewresmeke fermî ya pêşwaziyê ji bo Serokê Amerîkayê li Qesra El-Yemamê ya li Riyadê hate lidarxistin, heweha li heman cihî civîna xwe li darxistin.
Bernameya serdana Trump, ji bilî beşdarbûna wî di Foruma Veberhênanê ya Erebistana Siûdî-Amerîkayê de, tijî hevdîtinên dualî bi karsaz û veberhêneran re ye. Roja Çarşemê, Trump dê tevlî rêberên GCC bibe ji bo pêncemîn lûtkeya Kendavê-Amerîkayê li Riyadê.