“Ihtimala ku DEM tevlî Tifaqa Cumhur bibe gelek bilind e..!“
Piştî PKKÊ kongreya xwe ya 12mîn de biryara hilweşandina PKKê û devjêberdana çekan da, ji gelek aliyan pêşwaziya vê biryara PKKê dan û erênî nirxandin.
Lê li Tirkiye û di nava Kurdan de jî hêja di derbarê pêvajoyê de şiroveyên cuda û îdiayên balkêş têne rojeve û gotubêj têne kirin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamil Tayyar di weşana zindî ya TGRTê de derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin û agahiyên pişt perdê yên ku ji çavkaniyên nêzîkî AK Partiyê berhev kiriye parve kir.
Tayyar destnîşan kir ku eger pêvajoya çareseriyê bi serkeftî bi dawî bibe, îhtîmaleke mezin heye ku Partiya DEM piştî AK Partî, MHP û Partiya Yekîtîya Mezin bibe çaremîn pêkhateya Îtîfaqa Gel.
Şamîl Tayyar
Xalên sereke ji gotinên Tayyar ev in:
“Gelek tişt bi rêjeya serkeftina pêvajoyê ve girêdayî ye. Ger serkeftî be, bandora wê li ser siyasetê dê cuda be. Ger têk biçe, dê cuda be.”
Eger em aliyê erênî binêrin, eger terorîzm bi dawî bibe û biryara hilweşandina PKKê di hemû aliyan de were bicîhanîn, eger tiştek wekî YPG jî nemîne û Tirkiye bi tevahî ji vê belaya terorê xilas bibe, di 2 salên bê de paradîgmayên siyasî di hawîrdorek wisa aram de bi tevahî serûbin dibin.
Pêşî, Partiya DEM tê guhertin, ew êdî ne ji aliyê Qendîlê ve lê rasterast ji aliyê Îmraliyê ve tê birêvebirin. Abdullah Öcalan dê tevlî siyasetê nebe, lê ew dê bibe kesê ku DEMê bi rê ve bibe. Birêz Abdullah Ocalan kadro û polîtîkayên wan diyar dike.
Ez difikirim ku ev yek dê bibe sedema cudabûnê ji çepgirên Tirkiyê. Daxuyaniyên herî tund ji nav DEMê derbarê pêvajoya çareseriyê de ji çepgirên Tirkiyê hatin. Ew her wiha qebûl dikin ku çepgirên Tirk êdî nikarin li dijî DEMê derkevin û ger ew bi DEMê re bi hev re bimeşin dê pirsgirêk derkevin.
Ew behsa avakirina eniyeke çepgir a nû di bin serokatiya Partiya Karkerên Tirkiyeyê de dikin, û ez îhtîmaleke mezin dibînim ku ev yek pêk were. DEM ji çepgirên Tirk vediqete û dibe partîya xwe, ji wan zincîran rizgar dibe û rê li ber wê bi tevahî di destê Îmraliyê de ye.
Bê guman ev têkilî dikare pozîsyonek siyasî ya nû jî bide DEMê. Dema ku pêvajoya çareseriyê serkeftî be, îhtîmaleke mezin heye ku ew bibe pêkhateyeke nû ya Îtîfaqa Gel. Ez dikarim bi hemû dilsoziya xwe bibêjim ku, heta îro, di tu qonaxa pêvajoya çareseriyê de, her çend koordînatên diyarkirî di derbarê vê pêvajoyê de dihatin destnîşankirin jî, ez nizanim ku li ser ti mijarek di derbarê guhertina destûrî an biryarek hilbijartinê ya di derbarê dema serokatiya Serokkomar Erdogan de nîqaşek hatibe kirin. Ez dikarim pir eşkere destnîşan bikim ku ev qet di rojevê de nebû.
Eger ev pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve û Partiya DEM bibe pêkhateyek ji Tifaqa Gel, bê guman di hin mijaran de hevkarî û şirîkatiya siyasî dikare hebe. Ev ew rewşên ku dibe ku di pêşerojê de derkevin holê ne.
Ev bûyer bi tevahî perspektîfa siyasî ya CHP-ê ji bo pêşerojê diguherînin. Ji ber ku CHPê bi têkiliya xwe ya bi DEMê re şaredarî bi dest xistibû, û DEM di xeyalên wî yên derbarê hilbijartinên Serokkomariyê de yek ji hêzên sereke yên pişgiriyê bû. Niha ku Partiya DEM helwesta xwe guhertiye, CHP hewceyê şirîkên nû ye. Ji ber ku bêyî DEM, îhtîmala derbasbûna ji sedî 50 hema hema tune ye û ev rewş dibe ku CHP neçar bike ku li derveyî DEM li alternatîfên nû bigere.