Kultur

Alan: Ez kurdî dizanim

 

Piştî wan çendîn salên enfal, koçberî û penaberiyên li ser gelê me de hatin, îro bi wê azadiya ku li Başûrê Kurdistanê heye, welatê me roj bi roj pêşwaziya zarokên xwe dike. Hema hemû rojê ji welatên cûda cûda Kurd vedigerin ser axa bav û kalên xwe û ew jî dixwazin li ser vê geşbûn û avadaniya welat de ked û xebatekî bikin. Yek ji van malbatan jî malbata Azad Selahaddîn Sadallahe ku piştî çendîn salan vegeriya ser axa bav û kalên xwe. Alan (10 salî) ku kurê Azad Selaheddîn Sadallahe li derveyî welat mezin bûye û niha dixwaze bi awayeke lez Kurdî fêr bibe. Me jî bi pêdivî zanî em di derbarê xewn û xeyalên Alan de hevpeyvînek saz bikin.


alan_824767107.jpg

Alanê biçûk wiha xwe dide naskirin û dibêje: Navê min Alan Gavan Sadallahe, li sala 2002 li New Zeland hatim dinyayê. Li 10.04.2012 li gel bavê xwe Azad Sadallah hatim Kurdistanê. Min li Kurdistanê dapira xwe Sînemxan (Sînemxan Celadet Alî Bedirxan) û gelek kesên din jî dîtin, lê her kes Kurdî diaxaft. Mixabin min di destpêkê de Kurdî nedizanî. Paşê piştî çend rojan dapîra min çû Parisê. Lê gote min dema ez vegeriyam dive tu Kurdî fer bibî û li gel min Kurdî biaxivî. Min jî dest bi ferbûna Kurdî kir, bavê min ji bo min kitêbek ji bo fêrbûna Kurdî anî. Ez hemû roj berê xwe didimê û dixwînim. Hêdî hêdî ez fêr bûm û min destpêkir li gel xelkê Kurdî biaxivim. Êdî ez dikarim bibêjim ez Kurdî dizanim. Ez dizanim bapîrêmin Sallah Saddalah ferhengek Kurdî – Ingilizî çêkir. Ji bo wê û ji bo ku ez Kurdim divê ez Kurdî fêr bibim, heta dapîra min û bapîrê min ji min razî bibin.

 

Alan di derbarê Kurd û Kurdistanê de çi hizir dike: Piştî ku em hatin Kurdistanê ji bo silavkirina bapîrê xwe, li gel bavê xwe em çûn Zaxo. Her wiha min xwest bibînim bapîrê min li kû mezin bûye û Zaxo û bajarên dinê Kurdistanê baştir nas bikim. Birastî Zaxo bajarekî gelek ciwane. Ez çûm ser Pira Delal, min gelek jê hez kir. Ji Zaxo em çûne Dihokê. Di rêya gundan de derbas bûn, min dît çiya, dar û ber û rûbarê Xabûr çend tazene. Em şevekî li Dihokê man, gelek kefa min hat. Em li Dihokê çûn Dreamland, li vir min leyîst. Min gelek hez li wir kir û paşê em vegeriyan Hewlêrê. Di rê da em li xalên pişkinînan rawestiyan, min pencerê seyarê dianî xwar û digot ‘Çawanî bira?’ Wan jî bersîv didan ‘Serserê min ser çava’, ji ber hindê ez gelek rehet bum, ji ber ku min dît çend xwes mirovin, cend guhê xwe didin mirovan. Berî ez werim Kurdistanê xelq digot Kurdistan welatek ne arame, lê dema min bi çavên xwe dît, dilê min gelek rehet bû.

 

Alan herî zêde hez ji çi bajarekî Kurdistanê dike: Hewlêr bajarekî gelek xweşike. Ji bo biçûkên wekî min hemû tişt hene. Ez gelek hez dikim biçim Bazara Hewlêrê, ji ber ku li wir gelek tişt hene û xelkê wî gelek başin, guhê xwe didin min û li gel min diaxivin.

 

Alan ji çi ditirse: Ez ji yek tişt ditirsim; dema ku ez li ser kolanek derbas dibim, ji ber ku şofêr gûhê xwe nadin xelkê ji derve, li New Zeland dema em ji kolanan derbas dibin, hemû şofêr radiwestin û rê didin me. Tiştekî din jî, xwezî xelk zêdetir guh bidin paqijiya bajar, da ku Hewlêr li cîhanê de bibe xweşiktirîn bajar.

 

Alan ji çi hez dike: Ez gelek ji seyarê hez dikim û li Hewlêrê min gelek seyarên nû û xweşik dîditin. Ez gelek hez dikim biçim Speed Center, ji ber ku gelek xweşe, heta li New Zelanda tiştekî wisa tûne.

 

Alan li kudera Kurdistanê geriya: Ez li gel bavê xwe li Kurdistanê digerim. Ez şum Bêxal, Geliye Elî Beg û Rewandiz, gelek cihên xweşikin. Bes dîsa ji bo min nexwes bu ku li Bexal xelk gûhê xwe nadin paqijiya jingehê. Her wiha ez çûme Parlementoya Kurdistanê. Ez li nava parlementoyê geriyam û ez gelek kêf xweş bûm ku min pasevanên şeref û Zêrevanî dîtin, ew jî gelek xweş mirovbûn, min li gel wan axaft gûhê xwe dane min û min wêne li gel wan stand. Li Parlementoyê bavê min got ‘Evder mala demokrasiyê ye’.

 

Alan dixwaze li paşarojê de çi bike: Ezê li Kurdistanê bimînim, ji ber ku evder welatê mine û ez hez dikim dema mezin bibim, bibim doktor an ji endezyareke mezin.

Tistekî girîng jî min navê xwe li dibistana Şuwêfat tomar kir, heyva nehê ezê dest bi xwendinê bikim. Ez li bendê me, dema dapira min Sînemxan ji Parîsê vegeriya, ezê jêra bibêjim ‘EZ KURDÎ BAŞ DIZANIM!”.

 

Rojevakurd

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button