PKK li Sûrîye alîgirîya rejîma Esed dike
Piştî derbasbûna 15 heyvan bi ser şoreşa Sûriyeyê ve, gelên Sûrîyeyê li ser hewlên xwe bo ji nav birina rejîma Beşar Esed û berdestkirina demokrasîyê berdewamin, Kurd jî bi rêya partîyên xwe û çalakîyên lawên xwe dûr ji ewan çalakîyan nebûye, belê mixabin Partîya Karkirên Kurdistanê siyaseteke şaş li rojavaya Kuridtsanê dimeşîne û alîgirîya rejîma Esed dike.
Her çend deverên Kurdistanî (Rojavaya Kurditsanê) ber hemetên serbazî nekevtine, belê rejîm bi rêya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) balê alîgirî PKK li rojavaya Kurdistan û Sûrîyeyê demek e ku bi rêya siyaset û akrên ne berpirsane yên xwe ve ser êşîyê bo gelê Kurd dirust dike.PYD ser bi PKK a bi serokatîya Ebdullah Ocalan ve ye û heman bîroke jî heye.
Ji destpêka serhildana şoreşa gelên Sûrîyê û têkçûna peywendîyên navbera Sûrîye û Turkiyeyê, dezgehên ewlehîyên Sûrîyê kar li ser rola Kurdî dikin û ev jî bi rêya peywendîkirin bi Partîya Karkirên Kurdistanê ve û li ser heman pêvajoyê daxwaz ji Salih Muslim serokê PYD hatiye kirin, ku ji çîyayê Qendîl ve vegere nav Sûrîyeyê. Ew çend jî di bêjedaneka wî bi xwe de derkevte holê.
Bizava Kurdî bo vê rewşa ku li Sûrîyeyê çê dibe, amade nebû, çimku pêşbînî nedikir ku rewş bi ewî awayî aloz be û ji ber wê çendê hewl hate dan ku gotara siyasîya Kurd bihê yekxistin û ji bo wê yekê projeyek jî bo çareserkirina krîza li Sûrîyeyê hat pêşkêşkirin.
Partîya Yekîtîya Demokratîk jî di evê bernameyê de beşdar bû ( çimku pêgeheke mezin a camwerî di nav xelkê de nebû û ew jî ji ber girtina Ebdullah Ocalan û başbûna peywendîyên Turkiye û Sûrîyeyê).
Piştî hingê encûmena niştîmanîya Kurdên Sûrîyeyê hate damezrandin, belê PYD tê de beşdar nebû û ew jî ji ber çend hincetên bê bingeh . Piştre, PYD encûmena gel a rojavaya Kurdistanê ragihand û dest bi ser sînorê navbera Sûrîye û herêma Kurdistanê de girt û pare ji xelkê werdigirt û bi hêza çek û bi piştîvanîya dezgehên ewlehîyê yên Sûrîyyeê dest bi gefkirin bi ser hevwelatîyan de bi rêya balê xwe yê serbazî kir, ku kesek bi navê Xebat Kasanî serkirdatîya wê dikir û ji Qendîlê ve vegerîyabû û Piştî hingê di bûyerekê de hat kujtin ku bi bûyera Ebdullah Bedro dihê naskirin. Piştî heman bûyerê PYD sê ji korên Ebdullah Bedro kujtin.
PYD li deverên Efrîn dest bi avakirina serbazgehan bo rahênana lawan kir û paşê ew bo çîyayên Kurdistanê veguhastin. Herwiha PYD rêgirî ji hemû core xwepêşandanekê kir, ku lawan û encûmena niştîmanîya Kurdên Sûrîyeyê hewla sazkirina wan dida, ew jî bi piştîvanîya dezgehên ewlehîyê yên Beşar Esed. Di destpêka heyva Şobat a sala 2012 de jî komek çekdar bi navê (cengawerên şehîdên xebat) êrişî ser xwepêşanderan kirin û rê ji wan girtin.
Piştre wan çendîn berbest bo pişkinîna xelkê li deverên Efrîn, Heleb damezrand û xanîyek jî li ser rêya firgeha Heleb wek zîndan bi kar dianî. Herwisa dest bi girtina xelkê kir, bêyî ku dezgehên ewlehîyên Sûrîyeyê krvedanek beramber ewan karan hebin.
Herwisa li deveên Cizîre û bi taybetî li sêgoşeya navbera herêma Kurdistan, Turkiye û Sûrîyeyê binkeyên taybet bi xwe damezrandin û dest bi ser deverê de girtin û wêneyên Ebdullah Ocalan belav kirin. Ji alîyekî din ve rêgirî li hemû core xwepêaşndanekê kir, ku xelkê hewl bo sazkirina wan dida, karê wan ê herî dawî jî terorkirina çalkavanê law Qotne bû, her çend bi xwe dan bi ewî akrî xwe de nahînin, belê gişt penceyên tohmetê wan nîşan didin.
Ew karên terorê ku di nav siyasîyên Kurd de çê bûn, amajeyên pişt bûyeran ewê çendê nîşan didin ku wan dest tê de hebûye û hîç gomanek tê de nîne ku rejîma Sûrîyeyê berpirsyarê yekem ê ewan bûyeran e. Ji ewan bûyeran jî terorkirina şehîd Nesredîn endamê polîtboruya Partîya Demokrata Kurdisdtanê (Elpartî) ku di roja ronahî de çê bû û kes jî li ser evê bûyerê nehat girtin, her çend ku xodanê ew otomobîla ku bi wê karê terorê hatibû encamdan, dabû xuyakirin, ku wî otomobîla xwe bi kirê daye yek ji endamên evê grûpê (PYD), belê li gel ewê çendê jî ti kes ji alîyê dezgehên ewlehîyê ve nehat girtin.
Herwisa di bazgeke rawestanê de, dema ku yek ji welatîyan nexwestibû rweste, wan ew kes dabû ber guleyan û gulebaran kiribûn, piştre beşdarî di bi xak sipardina wî jî de kirin, her çend ku hemû kesê dizanî wan ev kar encam daye.
Herwisa li devera Basote dîsam heman kar dûbare kirin û dema ku xelkê deverê nerazîbûna xwe li dijî evî karê wan nîşan dan, wan çend kes ji alîgirên partîyên dinên Kurdî revandin da ku xelk bitirse.
Piştre jî di ragihaneke xwe de, kesên revandî bi karkirin bo Turkiyeyê tohmetbar kiribûn û ew yek jî ew siyasete ye ku dibêje heger li gel min nebî, tu xaîn û xwefiroşî.
Niha jî piranîya deverên Sûrîyeyê li dijî rejîma Sûrîyeyê xwepêşandan dikin, belê bi egerê reftara evê partîyê (PYD), deverên Kurdistanî gef li ser hene û wisa lê hatiye ku rondikan birêjin bo vegeryana rejîma Esed.
Ji alîyekî din ve jî PYD dijatîya artêşa azad a Sûrîyeyê û encûmena niştîmanîya Kurdên Sûrîyeyê dike û wan tohmetbar dike ku akr bo Turkiyeyê dikin, ew çend jî di bêjedaneka Muslim Salih de xuya bû dema ku ragihand, ew ama de ne rûbirûyê her kirdarekî serbazî bibin ku li dijî Sûrîyeyê bi taybetî ji alîyê Turkiyeyê ve bihê kirin.(PNA)