Festîvala Feqiyê Teyran dawî bû

Roja 17ê Hezîranê, Festîwala Feqiyê Teyran saet li dora 18.00 bi dawî bû. Vê rojê saet 10.00 paneleke taybet li ser Feqiyê Teyran hate sazkierin. Di panelê de ev kes û babet hebûn:
Serokatiya Panelê rêzdar Wehdedin îdare kir. Axaftevan jîPrf. Dr. Qedrî Yildirin ji dewra îslamiyetê heta niha Feqiyê Teyran, nivîskar Xalid Sadînî li ser jiyan û serdema Feqiyê Teyran, nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li ser Germiya Feqiyê Teyran di Edebiyata Kurdî a Klasîk de, Doç. û nivîskar Ayhan Geverî li ser qiyaskirina Feqiyê Teyran û helbestvanê Tirk Yunus Emre, helbestvan Berken Bereh jî li ser felsefeya Feqiyê Teyran axaftin kirine.
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li ser Germiya Feqiyê Teyran di Edebiyata Kurdî a Klasîk de axvtinek kir. Ev axavtina Zeynelabidin Zinar e.
Axaftina ZeynelabidÎn Zinar
di Festîwala Feqiyê Teyran de li MIKSÊ
16-17 Hezîran 2012
GERMIYA FEQIYÊ TEYRAN DI EDEBIYATA KURDÎ A KLASÎK DE:
Feqiyê Teyran 1562 – 1660
Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban.
Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.
Hêvîdar im ku em tev, welat û miletê me, di binê aramî û êminatiya Xwedayê mezin de li jiyanê berdewan bin.
Îro em ê bi vê civînê, rihê Feqiyê Teyran şad dikim bi taybetî,
Em ê silava Ehmedê Xanî jî bigehînin Elî Herîrî û Melayê Cizîrî.
Rêzdarên hêja!
Ez li virê zêdetir li ser rewşa jiyana Feqiyê Teyran ranawestim. Ji ber ku ev festîwal, a sisiyan e ku li ser wî zatê pîroz çêdibe û gelek semînerên taybetî jî li serê hatine çêkirin û bi xameya pir kesan jî li ser jiyana wî hatiye nivîsandin.
Çi di Medyaya Kurdî de be, çi jî di Medyaya Tirkiye û ya biyaniyan de be, gelek meqale û gotar li ser Feqiyê Teyran hatine weşandin.
Ezê li ser babeteke cuda a Feqiyê Teyran rawestim ku heta niha zêde kesî xwe li serê newestadiye. Ew jî ev e:
GERMIYA FEQIYÊ TEYRAN DI EDEBIYATA KURDÎ A KLASÎK DE.
Gelo ew germî çi ye?
Feqiyê Teyran 350 sal berê jiyaye.
(Bi rastirîn gumanê, di navbera salên 1562 û 1660î de jiyaye)
Ji wê demê û heta niha, germiya Feqiyê Teyran di Edebiyat Kurdî a Klasîk de, ne sar bûye û ne jî sistiya xwe kêm kiriye.
Li ser vê babetê, çend pirs tên hişê mirov:
1- Gelo sedem çi ye ku ev 350 sal in germiya Feqiyê Teyran di Edebiyat Kurdî a Klasîk de, sar û sist nebûye?
2- Çima ev germiya ku di helbestên Feqiyê Teyran de heye, di va klasîkekî kurdî ên din de tune?
3- Gelo sedem çi ye ku neteweyê Kurd bi hûr û giran ve, xasma jî vêjehez û rewşenbîrên alecê û yên biyanî, ji hawayê bikaranîna zimanê Feqiyê teyran pir hes dikin?
4- Gelo sedem çi ye ku nivşên her sedsalekê, zimanê Feqiyê teyran, wek yê sedsala xwe hesibandine û dihesibînin?
5- Gelo sedem çi ye ku hemû çîn û cûnên Neteweyê Kurd, bi awayekî pir zelal ji zimanê Feqiyê Teyran fêm dikin û jê re heyran dimînin?
Baş e, eger ez jî xwe berdin nêv germahiya vêjeya Feqiyê Teyran, dikarim agahdarî bi vî rengê hanê pêşkêşê cenabê we bikim:
Bêguman mirov dikare di çarçobeya van pirsên li jorê de, bi dehan pirsine dî jî bipirse û şaxên cuda yên germiya Feqiyê Teyran di edebiyata kurdî de derxine holê.
Jixwe diyar e ku Feqiyê Teyran kurê Mîrekî Kurd bûye. Ew ne li textê bavê xwe, ne li payetiya xwe, ne li serweta bav û kalê xwe fikiriye. Lê belê wî xwe kiriye suxrevanê ziman û vêjeya Kurdî. Bê guman tiştê ku Feqiyê Teyran wisa germ û xwedîrûmet di nava nivşên li jiyanê de parastiye jî, ev in ku hatin gotin.
Ji ber hindê çewa ku Feqiyê Teyran bi xwe jî gotiye, wî 1000 helbest bi zimanê kurdî nivîsîne.
Îcar hin ji van helbestan, tê de bi dehan malik û xane hene.
Hêjayê gotinê ye ku ez bêjim, xebata min li ser Edebiyata Kurdî a Klasîk û Folklora Kurdî, ev e 30 sal in ku bêrawestin didome. Di vê demê de min 30 berhemên klasîk veguhaztine alfabeya latênê, digel heyata wan zatên pîroz, min ew wek pirtûk çap kirine û pêşkêşê nivşên nûciwam ên Kurd kirine.
Herweha xebata min li ser 202 klasîkên kurmancî ên din jî çêbûye. Lê belê ez bê werpixandin dibêjim ku, ew germiya ku min di hunera Feqiyê teyran de dîtiye, min di klasîkeke din de nedîtiye, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî tê de…
Ez ê serpêhatiyeke xwe ya berî 50 salî bibêjim:
Di salên 1958-59an de bû, rehmetiyê bavê min dersek a helbestan (jê re wê demê digotin ”qesîde”) dida feqiyên xwe. Ez 7-8 salî bûm, min jî ew ders bi feqiyan re dixwesn. Îcar bê ku ez zanibim Feqiyê Teyran ki ye, min helbestên Feqiyê Teyran dixwend.
Dema min wê helbesta ku dibêje ”Xwedê çêkir Xwedê çêkir, çiya anî li deştê kir” dixwend, pirî ku bi zimanekê zelal, xweş û germ hatiye honandin, min wisa bawer dikir ku Feqiyê Teyran jî, yek ji wan feqiyên ku li ba bavê min dixwendin e û ev helbest nivîsiye.
Rojekê min ji bavê xwe pirsî: Feqiyê Teyran kîjan ji van feqiyan e ku hewqas helbestên xweş çêdike?
Bavê min bi ken got: ”Lawê min, Feqiyê Teyran 300 sal berê çûye ber rehma Xwedê. Ev helbest, ên wî ne ku ez dersa feqiyanên xwe didim”
Di sala 1984-85an de dema derfet çêbûn û min lêkolîn li berhemên Feqiyê Teyran dikir, min dît ku her berhemeke wî, babeteke cuda şirove dike.
Îcar dema em 1000 berhemên wî bidin ber çavan, diyar dibe ku Feqiyê Teyran 1000 babetên cuda û bi 1000 naverokên cihê, helbest bi zimanê kurdî afirandine û germiya her helbestekê jî ji ya din cuda ye.
Ha GERMIYA FEQIYÊ TEYRAN DI EDEBIYATA KURDÎ A KLASÎK DE ev huner e ku hate gotin.
Îcar jixwe pir zehmet e ku ez karibin behsa 1000 hunerên Feqiyê Teyran ên cuda bikim. Lê di pêşerojê de dema akademî û zanîngehên bi zimanê kurdî, dest bi lêkolîn û şiroveya van berheman bikin, wê naverokên wisa dewlemend û nûjen derkevin holê ku zanistiya dinyaya medenî û nivşên demê, wê li Feqiyê Teyran şaş bimînin ku çewa 350 sal berê, mejiyekî Kurd ji Miksa Mîran derketiye û bi vî rengê hanê, bi babetên cuda yên zanistê, ji bil nivîsa pexşan, 1000 helbest bi zimanê kurdî nivîsîne.
Ez ê çend nimûne pêşkêşê cenabê we bikin:
1- Feqiyê Teyran li ser wehdaniyetê weha gotiye:
Feqî berê xwe daye civatê û gotiye: Ellah çi zatek ehsen e!
Feqî îcar berê xwe daye Xwedê û gotiye: Zêde letîf û qadir î
2- Feqiyê Teyran xwe bi vê malêka li jêrê jî kiriye malê mêjû û çewa ku min li pêş gotiye, germiya xwe ne tenê di edebiyata Kurdî de, lê germiya xwe ji bo mêjû jî, lê di ruyê evîndara xwe de weha aniye zimên:
Feqî berê xwe daye civatê û gotiye: Çerxê di nêv çerxan ez im
Feqî ji evîndara xwe re jî weha gotiye: Ruh û rewana min tu yî
Feqî berê xwe daye mêjû û weha gotiye: Ez hişkedar im, narizim
Feqî dîsa berê xwe daye evîndara xwe û gotiye: Xeml û rihana min tu yî
3- Feqiyê Teyran xwe bi vê malêka li jêrê daye naskirin ku ew alîgirê jar û belengazan e û ji xwe re weha gotiye?
Ne bay î
Ne baran î (av)
Ne lêmişt î (qefok, lehiya berf)
Ne nar î (agir)
Lê piştre Feqî ji xwe re îcar weha gotiye:
Hunerê giran î
Şemala dilan î
Teyrê gomanî
Dengbêjê jaran î.
4- Feqiyê Teyran hin caran wêranî û belengaziya xwe ji detên dilberan, eşkere gotiye û wek sofiyên tesewifê, xwe di quncikên badexaneyan de germ kiriye û weha gotiye:
Serxeşê Ava Heyatê
Meclisa reqs û sema tê
Dê çi kim bi sewm û selatê?
Bi kûze û fîncan im ez.
Feqiyê Teyran li kêfxweşiya xwe domandiye û careke din germiya dilê xwe weha aniye zimên:
Ew meya gerdendirêjan (şûşeya badeyê)
Şûşe û wan baderêjan (keçikên badeyê)
Min nema hiş li nivêjan (bêhiş nimêv nakin)
Li deftera dînan im ez (dîn nivîj nakin)
Feqiyê Teyran encama vê kêfxweşiya xwe ya di quncikê meyxaneyê de jî weha aniye zimên:
Her kesê eşq tê eser kit
Sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker bi ker kit
Tazî yû ‘uryan im ez
Bêhiş kirim zulfên direş
Biskên siyah, bihnên dixweş
Ey duxterê, çapik bimeş
Wêran ezim, malim xirab.
Bêkêf kirim zilfên direş,
Biskên siyah, zilfên qemer
Eşq û muhebeta min li ser
Wêran ezim, malim xirab
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Kubkub li min, yar çar tu yî
Ey dilberê, wey dîlberê
Feryad ji destê keserê
Avek ji avê kewserê
Wêran ez im malim xirab
(Ey gazi ye, wey haydari ye)
———————–
5- Htiye gotin ku Mîrê Miksê seza daye Feqiyê Teyran. Li ser vê yekê jî Feqî weha gotiye:
Girtî me, însaf di Mîr ne?
Qazî yû muftî vibîr ne!
Qeyd kirim kes pê xebîr ne!
Bendeyê hicran im ez! (hicran: hucre zindan)
6- Feqiyê Teyran gazin û lome ji kalîtiyê jî kirine û weha gotiye:
Dema ez can bûm, ez melhema dilan bûm
Dema ez bûme pîr, min kirin notirvanê girikên hevîr
(serpêhatiya wî û jina wî…)
7- Feqiyê Teyran peyam daye ku wê her tiştê zindî bimre, naverokê weha aniye bîra mirovan û gotiye:
Ne Adem ma û ne Aîş ma
Ne Nuh ma û ne Îdrîs ma
Ne Yûsûf ma û ne Cercîs ma
…..
Piştre behsa fîlozofên Yûnanî jî kiriye û weha gotiye:
Ne Calis û ne Soqrat man
Ne Talis û ne Boqrat man
8- Feqiyê Teyran li ser xweza û kaînatê jî weha gotiye û hin peyvên ku îro jî bi germî di zimanê kurdî de têne bikaranîn, bi kar aniye û gotiye:
Roj, hilat û ava bû
Erd û ezman cîk rawestabû
Dinya bi teb-et şên û ava bû
Hey roja sor bi rengê xwe va
Bê te, hêşîn nabin gul û giha
…
Di malikeka din de jî Feqî ji bo rojê weha gotiye:
Tu mîna pêlek agir li ezman
Germê didî deşt û zozan
….
Berî ez axaftina xwe bigehînim dawiyê, dikarim weha bibêjim:
Piştî van gotinên Feqiyê Teyran ku me li jorê behs kir, îcar em vegerin ser hin klasîkên din ên kurdî ku ew jî 300, 400 heta hin ji wan hezar sal berê hatine nivîsandin, lê îro zimanê wan pir hişk e û xelkên rêzê ji wan fêm nakin. Helbet uslûba wan klasîkan jî, di zemanê xwe de pir giranbiha bûye.
Îcar ez dikarin cudatiyeke weha, têxim navbera wan û Feqiyê Teyran:
Ew nivîskarên di wan deman de demî bûne, ango yên dema xwe bûne û xitabê nivşên dema xwe kirine.
Lê belê Feqiyê Teyran sermedî bûye û xitabê nivşên hemû sedsalên li pey xwe kiriye.
Spas ji bo ku min çend deqe zemanê we girti, her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
[email protected]
www.pencinar.se