Polîtîk

Karayilan: Bûyera Sîlvanê provakasyon bû

Hevpeyvîna rojnamevanê rojnameya Radîkalê Avnî Ozgurel, a ku bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan re lidarxistibû, di rojevê de cihê xwe digre. Avnî Ozgurel, 4 rojin ku li ser malpera înternetê hevpeyvîna bi Murat Karayilan re diweşîne. Vê carê Avnî Ozgurel, hevpeyvînek da rojnamevana Tarafê Neşe Duzelê û di derbarê hevdîtina bi Karayilan re, qala tiştên hêjayê gotinêye kirin.

Rojnamevan-Nivîskar Avnî Ozgurel îdia dike ku, di dîroka PKKê de, ev 35 salin ku, yekem care, nimaraya yekem a PKKê, bi eşkere îfade dike ku, bûyera Sîlvanê dibe ku, di nav PKKê de, ji aliyê hêzên herêmî ve, derî însiyatîfa wan hatibe proveke kirin. Ozgurel wiha dibêje:  Karayilan îfade kir ku, çalakiya Sîlvanê bi biryara rêxistinê an bi biryara wî pêk nehatiye.

Dibêje, “hêzên herêmî kirin, min nikaribû kontrol bikira.” Hêzên herêmîya ku dibêje, milîtanên rêxistinê yên wê herêmê ne. Karayilan dibêje, “Ev bûyer, ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve sankî biryara rêxistinê bûye hat sehkirin. Biryareke min û rêxistinê a ji bo vê bûyerê tinebû. Dema ku me digot, ev kara qediya, bi dawî bû, protokol wê bêne îmzekirin, aşîtiye were, ev bûyera Sîlvanê lidarxistin. Carekê bifikirin, hevdîtinên Osloyê 3 sal û nîv dewam dike û piştî vê çalakiya Sîlvanê pêk tê.

Çalakiya Sîlvanê sala çûnê piştî hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de, meha tirmehê de qewimî. Li navçeya Amedê, li çolwara Sîlvanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de pevçên derketibû û di encama pevçûnê de 13 leşkerên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn.    

Back to top button