Cîhan
Gura jinek kuşt

Di dîroka Swêd de yekem car e ku mirovek ji aliyê guran ve tê kuştin. Duh saet di 11an de, jineke 30 salî, karkera Kolmårdenê (cîhê ajelan) ku li wir gur xwedîdikirin û ew diteliqandin, ji aliyê gurên xwe ve hat parçekirin û kuştin.
Jinik bi tenê çûbû cîhê guran. Li gor biryarnameya Kolmårdenê karkerek bi tenê jî dikare dakeve qada rawilên dirinde.
Li gor pisporan ev bûyera duyemîn e ku mirovek ji aliyê gurên ku çavdêriya wan dike û xwedî dike ve tê kuştin. Çend sal berê, dîsan jinek li Mînnesotayê (Amerîka) ji aliyê gurên ku xwedîdikikirin ve hatibû kuştin.
Bi vê bûyerê, careke din peywendiyên mirovan digel ajelên dirinde û zanyariya li ser helwest û liva van ajelan dê bikeve rojevê.