Cîhan

Drama Winsu li kesî tine

Chandra Winsu kesekî Endonezyayî ye. Nexweşiya ku ew dijî, li ser darê cîhanê ji ti kesî nehatiye dîtin. Winsu, wek her mirovekî, rû û laşê wî normal bû. Pirzikeke biçûk jê peyda bû û mezin bû. Her ku çû, her dera wî tije balonên pirzikan bûn. Niha ji rûyê Winsu bigre, heta hetayî her dera wî, tije pirzikîn wek balonan in.   

Winsu, berî 33 sala bi hevjîna xwe Nanik re zewicî. Wê wextê, mirovekî zane, ciwan û qeşeng bû. Li paş stukurê wî, pirzikeke biçûk derket lê li ser nesekinî. Dûra ew pirzikana her ku çûn zêde bûn û her dera laşê wî kirine pirzik. Niha Winsu 57 salîye. Ji ber vê nexweşiyê, xwe hepsa mala xwe dike û dernakeve derve. Dema mecbûr dimîne û derdikeve derve, ji bo zarokan netirsîne, 3 qat kinc lixwe dike û berçavka xwe dide ber çavên xwe. Dibêje , “ji min ditirsin, dibêjin wê nexweşiyê derbasî me bike. Ez jî naxwazim nêzika kesî bibim. Tenê diçim keçika xwe li dibistanê digrim û tînime mal.” 

Heta niha dermanê nexweşiya Winsu nehatiye dîtin. Neçar dipê lê tirsa wî ew e ku, zarokên wî jî heman nexweşiyê bijîn. 

Back to top button