Cîhan

Monumentê Helebce li bajarê Lahay tê avakirin

Endamekê parlametoya Holendayê di civînekê de digel wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta herêma kurdistanê got ku xebatên ji bona danan monument Helebce li Lahay berdewam in.

Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta Kurdistanê di serdana xwe ya bo parlamentoya Holendayê de digel Harry van Bommel parlamenterê holendî û çalakvanê warê mafê mirovan civiya.

Di civînê de parlamenterê holendî Harry van Bommel behsa xebatên xwe yên ji bo piştevaniya gelê kurd kir û got ku, wî çend careka serdana herêma Kurdistanê kiriye û ji nêzîk haydarî wan karesatên bi serê gelê kurd hatine bûye û got: ”Ez dê wan karesat, êş û azarên bi ser gelê Kurdisatnê hatine Holendayê û hemû cîhanê pê haydar bikim”

Harry van Bommel di axavtina xwe de tekîd kir ku xebatên ji bona avakirina monument (peyker) Helebceyê li bajarê Lahayê berdewam in û got ku ew xebatên wan dê nêzîk bigihîjin armanca xwe.

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî di peyvekê de got ku, nuha hikûmeta Kurdistanê li ser astê navxwe  û derve, ji bo nasandina jênosîda gelê kurd li ser astê cîhanê, mijûlî pêkanîna komîteyekê ye 

Weke tê zanîn Harry van Bommel parlamenterê holendî gelek kar û xebat li ser pirsa kurd û bi taybetî li ser Helebce û enfalan kirine û ji ber hindê li bajarê Kelarê parkek binavê Harry van Bommel binakirina.

Back to top button