Nivîsar

Rexnekirina Leyla Zana hesaniye

Di vê dema dawî de medya Tirkî hinek hevpeyvînên balkêş li gel berpirsên PKK-ê û parlementeran dike. Hevpeyvînên herî balkêş û deng dayî ya Leyla Zana û Murat Karayilan bû.

Leyla Zana di hevpeyvîna xwe de, da xuyakirin ku, ew baweriyê tine ku Erdogan pirsa kurd çareser bike. Herweha di vê derbarê de dîtinên xwe gotin. Dema mirov berê xwe didiyê gotinên Leyla Zana ne tiştên nûne, gelek caran berpirsên PKK-ê ev yek bi eşkere gotine.

Lê ev gotinên Zana demekî de hatin hole ku, PKK hukumeta Erdogan bi hukumetek faşîst nav dike û armanca xwe ji dewletê zehftir kiriye AKP. Zana behsa çareseriya pirsa kurd dike û pesnê Erdogan dide û dibêje Erdogan dikarê vê pirsê çareser bike.

Du aliyan de bersiva Zana hate dayîn, hukumet û AKP tiştên Zana dibêje erênî dinirxîne û vê yekê ve girêdayî Erdogan got ku ez amademe Leyla Zana bibînim. Partiya opozisyonê CHP jî gotinên Zana erênî nirxand.

Lê di bingehê xwe de bersiva Leyla ji aliyê BDP-ê ve hat.Serokê BDP-ê Selehattin Demirtaş bi tundî Leyla rexne kir û daxuyakirin ku eger mirov baweriyê li Erdogan bîne tiştek xirab e û ne têgihandinek siyasiye.

Ji aliyê din jve parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk jî bi nave KCD bersiva Leyla Zana da û ew gotinên Leyla teswîp nekirin û ew rexne kir.
Lê dema mirov baş bala xwe dide hevpeyvîna ku rojnemevanê Tirk Avnî Ozgurel li gel berpirsê KCK-ê Murat Karayilan çêkirî jî ne ji gotinên Leyla Zana dibêje dûrin. Karayilan jî dibêje ku Erdogan dikarê vê pirsê çareser bike û her tişt di destê Erdogan de ye.

Lê Ne Demirtaş ne jî Turk Karayilan rexne nakin. Herweha eger Ocalan niha di vê demê de tiştên Leyla Zana gotin bigotan, gelo wê helwesta Demirtaş û Turk çibûna. Ez bawer nakim ku wan helwestek li dijê gotina Ocalan bidan kifşkirin û herweha dê pesnê gotinê bihata dayîn û pişgirî bihata kirin.

Gelo dema Karayilan pesnê Erdogan dide ji bo çi dengê kesekî ji aliyê BDP-ê û KCD ve dernakeve. Niha em hemî jî sedema vê yekê dizanin ne hevceye ku li ser vê yekê dirêjahî tişt bêne gotin.

Ji hemiyê girîngtir ewe ku gelo Leyla Zana ev gotin bi xwe gotine yan jî girêdayê nawendek girîng di nava PKK-ê de ev tişt dane xuyakirin. Dixweyê Leyla Zana ev gotin girêdayê nawendekî gotine û ihtimalek mezin ev nawend Ocalan bi xwe ye.

Gelek caran me dijê vî şerê qirêj nivîsandiye. Ev şer ne şerê kurda û azadiyêye. Ev şer ne di berjewendiya miletê kurd de ye. Ev şer serkaniya hinek kesayet û nawendeye ku xwe li ser xwîna zarokên xelkê û gencên kurdistanê xwedî dikin.

Kî çewe bike û çi bike bibe sedema ku ev şer bisekine divê pişgiriya sekinandina şer bê kirin. Sekinadina şer di berjewendiya kurdan de ye û berjewendiya mirovatiyê de ye. Sekinandina şer wê bazirganên siyasî bê kar bihelê û bibe sedema iflaskirina wan.

Şer nebê dê civata ji nûve normalize bibe û kurd çêtir pêşiya xwe bibînin.

19.06.2012

Dara Bilek

 

 

 

Back to top button