Civak

Ahmet Türk: Em spasiya Serok Barzanî dikin

Parlamenterê HDPê û Şaredarê berê yê Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk, spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û got, gelek başe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Alîkariya Barzanî ji parêzgehên erdhejê re alîkarî şandine. 

Ahmet Turk ji çapemenîyê re got, “Alîkariya ku di vê erdhejê de hat kirin tiştekî baş bû. Me hemûyan kêfxweş kir. Herêma Kurdistanê îro alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê tîne“. 

Turk, diyar kir ku hêviya wan bi piştgiriyek siyasî jî heye û got: “Ez carek din dixwazim bibêjim ku em spasiya Serok Barzanî dikin ji bo alîkariya wî. Ev alîkarî hem ji bo Bakurê Kurdistanê hem jî ji bo gelê Tirkiyê gelek bi nirx bûn”. 

Ahmet Turk her wiha diyar kir ku wan daxwaza diyaloga navbera Kurdan û parastina mafên hev kirine. 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button