Li Silêmaniyê Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî

Konferansa Zanist a Zimanê Kurdî bi dirûşmeya “Ziman stûna afirandina netew e ” li Silêmaniyê tê lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de, li Silêmaniyê gelek akademîsyen û zimanzan beşdarî Konferansa Zanist a Zimanê Kurdî bûn.
Rêveberê konferansê Şaxewan Sidiq got, “Em wek Weqfa Kerîm Eleke bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê çalakiyan li dar dixin.” Şaxewan Sidiq, bal kişand ser wê yekê ku di çarçoveya konferansê de wê hin panel li ser rola ziman di pirsgirêk û jiyana milet de bên lidarxistin û got, zimanzanên parçeyên din yên Kurdistanê jî wê bi rêya înternetê beşdarî konferansê bibin.
Ji aliyê din, di 21ê Sibatê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî 2 biryarname li ser giringiya bi Kurdî îmze kiribûn. Di biryarnameyê de, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Wezareta Perwerde, Akademiya Kurdî û pisporên vî warî hatin erkdarkirin ku bernameyek guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo welatiyên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê bi mebestên bazirganiyê fêrî zimanê Kurdî dibin, amade bikin.
Di biryarnameya duyemîn de, ji hemû wezaretan hat xwestin ku ji bo daliqandina tabelayên bi Kurdî li ofîs, konsulxane, rêxistinên biyanî, şîrketên taybet û saziyên fermî û nefermî karên pêwîst bikin. Di biryarnameyê de her wiha ji otêl, cihên turîstîk û xwaringehan hat xwestin ku giringiyê bidin Kurdî û menu û pirtûkên rênîşander yên xwarinên Kurdî amade bikin.


