Cîhan

Afghanistan bû welatê bertîlxwar

Di belgeyên Wîkîleaksê de tê dîtin ku Afghanîstan li dinyayê bûye welatê yekemîn ya bertîlxwar

Di belgeyekî meha bihûrî ya Rêbandanê de berprisyarên Balyozxaneyê DYA, behsa qabîneya Hikumeta Afghanîstanê dikin û di nava qabîneyê de hate gotin ku tenê li ser navê Wezîrê Cotemeniyê Asif Rahîmiyê îdiayên bertîlê nîne.

Di belgeyekê dî de Balyozê Emerîkayê Karl Eikenberry dibêje ku di sala 2009’an de Alîkarê Serok Dewletê Afghanistanê Ahmed Ziya Mesud ji Qabilê 52 mîlyon dolar digre û bi rêya balafirê çûye Dubaiyê. Ahmed Ziya Mesud ji aliyê berpisyarên Yekîtiya Mîrên Ereban ve ji ber pereyên qaçaxê hatiye binçavkirin lê piştra bi awayekî bişart berdidin.

Balyozê Emerîkayê Karl Eikenberry da zanîn ku ji bo Afghanistanê ji derveyê pereyên heftane mehane û salane birêkûpêk tên û bi awayekî dizî jî derdikeve derva. Ji berê ya Hilbijartinê Serok Dewletiyê ji sîstema benqayê 600 mîlyon dolar hatiye stendin di mehên dawiyê de jî 200 mîlyon dolarê dî bi awayekî dizî hatiye stendin.

Pereyên ku hatin dizîn bi giştî ji aliyê balafirên Pamîr Airlensê ve derdikeve. Di nava hewkarên Pamir Airlensê de Qabil Banq, brayê Serok Dewletê Afghanistanê Hamîd Karzaîyê Mahmud Karzaî û Axayê Tacîk yê Muhammed Fehîm hene.

Di belgeyên Wikileaksê de hate diyarkirin ku Wezareta Ragihandina Afganê di sala 2009’an de ji barkirina kamyonan 200 mîlyon dolar qezenc kirin lê ji van pereyan tenê 30 mîlyon dolarê ji hikumatê re hate dayîn.

Wezîrê Bazirganiyê berê Vahidullah Şehranî jî da zanîn ku hemwelatiyên Afhganê ji bo muduriyetek 250 hezar dolar bertîl didin. Lê di dawiyê de jî xwediyê Qesrên mezin dibin

Back to top button