Serokê Parlamentoya Herêmê Kurdistan Dr. Kemal Kerkûkî di meqema serokatiya parlamentoyê de digel pisporên perwerdehî û  heyetek Dewletên Yekbuyî yên Emerîkayî hevdîtinek pêkanî.

Serokê Parlamantoya Herêmê Kurdistan Dr Kemal Kerkûkî piştî hevdîtinê li ser mijarên girîng sekiniye û hêst û ramanên xwe yê di darbarê hevdîtine de anî zimên.

Dr. Kerkûkî da zanîn ku heyetê Emerîkî li ser pêşketinên Kurdistanê fikrên xwe anîn ziman û ji bo piştgiriya pêşveçûyina Kurdistanê û ji ber armanca zêdekirina kalîteyên perwerdehiyê li paytaxt Hewlêrê biryara vekirina zanîngehê girtin.

Dr. Kerkûkî di dema hevdîtinê de nirxandinê xwe ji bo heyetê Emerîkî par ve kir û got : Em jî weka berpirsên Kurdistanê girîngiyek mezin didin li ser perwerdehiyê. Di qada perwerdehiyê de zêdekirina kalîteyê û ji ber armanca berketiyê xwendakarên Kurdistanê, emê piştgiriya hemî xebat û teşebûsan bikin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: