5'ê Berfanbar
5’ê Berfanbar
Di sala 1905’an û di rojekê wekê îroyê de Osman Sebrî ( Apê Osman ) li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Osman Sebrî di sala 1905’an de li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê ji dayik bû. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bû, bavê wî di sala 1915’an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.
Piştî Serhildana Şêx Seîd, Apê Osman jî digel herdu apên xwe yên Şukrî û Nûrî di sala 1926’an de hatin girtin û li zîndana Amedê hatin darvekirin. Apê Osman du salan di zindana Denisliyê de ma û piştî efûyeka giştî, di sala 1928’an de hat berdan.
Di sala 1929’an de careka din Apê Osman digel 26 serokên Kurdan hat girtin, lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24ê Berfanbara 1929’an de reviye Sûriyeyê, du salan bû endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cûr be cûr dest bi nivîsandinê kir. Gelek helbestên wî hatine çapkirin û yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957’an de Apê Osman digel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih girt û wekî sekreterê partiyê hat hilbijartin.
Osman Sebrî di roja 11ê Berfanbara sala 1993’an de koça dawiyê kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veşartî ye.
Jiyana dîrokrêzî ya Osman Sebrî
• 1905 – li gundê Narincê ya Kolik a Semsûrê çavên xwe vedike
• 1915 – bavê xwe diçe dilovaniya Xwedê
• 1922 – dibistana “Rûştiye” kutayî dike
• 1928 – da dawiya vê salê di zîndana Denizli de
• 1929 – li Meletîyê didin dadgeha Cengî (Dîwanî Herb)
• 1929 – di 24.11 de derbasî binxetê (Sûrî) dibe
• 1930 – vedigere Kurdistana Bakur
• 1930 – Dûrxistin (sirgûn) li bajarê Reqa
• 1930 – di 01.07 vê salê de dîsa dikeve Kurdistana Bakur bo alîkariya Şoreşa Agirî
• 1930 – meha 10an xweveşartin di nava Inizan de
• 1930 – dawiya salê derbasî Kurdistana Başûr (Barzan) ji bo xwe bigihîne Birkoyê Celalî, Şoreşa Agirî
• 1931 – meha Gulanê li Musul û Bexda di girtîgehê de
• 1931 – meha Pûşperê rev nav Bedewîyan li Tilelqed
• 1931 – meha sermawezê heya sala 1935’ê dûrxistin li Aman û Filistîn
• 1935 – direve nav eşîra Berazan, tê dîlgirtin du mangî di girtîgehê de
• 1936 – dûrxistin li Girava Madagaskar (Efrîqa)
• 1937 – vegerandina Lûbnanê
• 1938 – vegerandina Şamê û heya sala 1941’ê danxwandina zarokên Kurd di “Nadî Seleheddîn” de
• 1941 – payîza vê salê dîsa direve Kurdistana Bakur (bi tevî lawê xwe Welato yê ku paşê tê şehîdxistin)
• 1942 – heya sala 1943’ê xebat di kovara Hawarê de, tev Celadet Bedirxan
• 1944 – heya sala 1949’ê karmendiyê dike û bi destê wezîrê (neroyê) hundirî tê avêtin (ji ber xebatên wî yên Kurdewarî)
• 1956 – danîna hîmê Partiya Demokratî Kurdî li Sûrî
• 1960 – heya sala 1962’ê di girtîgehê de
• 1962 – heya sala 1963’ê li Beyrût
• 1963 – 23.05 ya vê salê heya 31.12.1964 di girtîgehê de
• 1969 – 14.06 ya vê salê dikeve nav Kurdistana Bakur, ji ber ku di 16.03.1969’ê de biryara 2 sal girtîgehê li ser hatibû dayîn
• 1972 – heya sala 1973’ê dîsa di girtîgehê de, li Şamê
• 1973 – Dewleta Sûrî ji bo wî biryara çavnêriya nêzîkî (Nezareta binçavî) ya temendirêjiyê dertîne û heya dawiya jiyana xwe di bin kontrola polîsên Surî de jiya
Kurtehelbestek ji Osman Sebrî
Maf
Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker
Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer
Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin
Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin
Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî
Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî
Osman Sebrî û xanima wî Yadê
Osman Sebrî di zindana Şamê de 07.03.1972