Mesrûr Barzanî çi ji waliyê Mûsilê re got
Duhî li bajarê Hewlêrê Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê (Parstin) pêşwazî li Esîl Nûcêfî waliyê Mûsilê kir.
Di hevdîtinekê de waliyê Mûsilê got ku w gelek bi vê dîdara bi Mesrûr Barzanî re kêfxweşe û hêvî kir ku ev hevdîtin ji bo xurtkirin û baştirkirina têkeliyên di navbera herêma Kurdistanê û wîlayeta Mûsilê de bibe destpêkek baş.
Waliyê Mûsilê got: Em heritm bi çavê rêz û xweşewîstiyê li herêma Kurdistanê dinêrin. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku me beşdarî di wan tawanê li dijî kurd û herêma Kurdistanê hatine kirin nekiriye. Em hertim xwe qerzdarê Barzaniyê nemir, yê ku danerê pêwendiyên navbera kurd û ereban bû û wî rê neda ku bpirsgirêka navbera kurdan û hikûmetên îraqî bibe pirsgirêka navbera gelê kurd û gelê er bli Îraqê, dibînin.
Waliyê Mûsilê di berdewamiya axavtina xwe de got ku raste di dema borî de di awayê karkirinê de hindek şaşî hebûn, lê di vê qonaxa nû ya pêwendiyan de dê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çaresrî ji bo hemû pirs û pirsgirêkên hilawîstî bête dîtin.
Ji aliyê xwe ve serokê ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê got:
– Me li herêma Kurdistanê pirsgirêkên şexsî bi tu kesan re nînin, em dixazin pirsên deverên veqetandî li gor madeya 140ê û destûra Îraqê û şirîkatiya rasteqîne di civata wîlayeta Mûsilê de bi rêya diyalogê çareser bikin.
– Me hêvî dikir ku birêz Esîl Nûcêfî xwe weke parêzvanê hemû pêkhatên wîlayeta Mûsilê hisab bike. Bi baweriya me waliyê Mûsilê dikare li gor cîyê xwe yê îdarî weke hevwelaitên xwedî maf li hemû şêniyên Mûsilê binêre.
– Di navbera herêma Kurdistanê û wîlayeta Mûsilê de xalên hevbeş ji yên cudahiyê zêdetirin. Di vê li gor xalên hevbeş di warê siyasî, aborî, hevsînorî û têkeliyên civakî esasê pêwendiyên baştir ava bikin. Divê em hewil bidin li gor destûrê û bi rêya diyalogê xalên cudahî li ser e çareser bikin.
Li dawiyê her du aliyan behsa biencamgihiştina destpêxeriya serok Barzanî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û her her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku serok Barzanî ew yek îspat kir ku herêma Kurdistanê hertim beşeke ji çareseriyê.