Civak

Partiya Refahê tu tifaqa pêknayne


Partiya Refahê biryara xwe ya tifaqê eşkere kir. Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan ragihand ku ew ê bi namzetên xwe li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bikevin hilbijartinê. Erbakan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de deriyên tifaqê girt got, “Milet û rêxistina me naxwaze em tifaqê bikin.”


Serokê Giştî yê Partiya Refahê Erbakan got, “Di pêvajoya muzakereyê de em rastî 5 sedeman hatin.” Erbakan biryara tifaqa partiya xwe bi 5 xalan vegot.

Çend xalên axaftina Fatîh Erbakan wiha ne:

Me di Hilbijartina Serokomariyê ya 14ê Gulanê de bêyî ku ji prensîbên xwe yên bingehîn tawîzê bidin, di nava Tifaqa Gel de cih girt. Her çend me wê demê namzetiya xwe ya serokomariyê eşkere kir jî, ji bo namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Gel Erdogan, me xwe ji namzetiya serokomariyê vekişand. Me daxwaza tiştekî nekir. Me nîşan da ku em li pişt prensîbên xwe ne. Lê piştî 8-9 mehan em bi xemgînî diyar dikin ku di derbarê mutabaqata Hilbijartina 14ê Gulanê de ti pêşketinek erênî çênebûye. Ya rastî, berevajî vê, metna peymanê berovajî hat bicihanîn.

Helwesta Partiya Refahê li Stanbolê dibe ku, %1 heta 2 prosentî bandorê li hilbijartinên Şerdariyê bike. Herweha her çikas aligirîn vê partiyê dengê nedin Ekrem Îmamoglu jî, lê derêxistina berbijêrekî ji berjewendiya Ekram Îmamoglu de ye.



Balkêş e ?
Close
Back to top button