Nivîsar

Pêwîstiya  Federesyona Nivîskarên Kurdistan li Diaspora yê!!!

Ev Navend bi însiyatif û giraniya serok him hate damezrandina û him jî roj bi roj ji bona gelê kurd bibe xwedî yekitiyeke misoger hewldanên baş, xebatên delal û damezrandinên hêja pêk tîne.

Bûbê Eser

Em weke Kurd ji roja welatê me hatiye perçekirin û heta vê gave jî, yekitiyeke gelê kurd ku bikaribe li hember herçar dagirkerên xwe raweste, ne hatiye avakirin.

Helbet neavakirina yekitiya gelê kurd, partiyên Kurdistanî û ji hev belavbûna nivîskar û rewşenbîrên gelê kurd, dibe sersedema ku em jî nikarin welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran azad bikin da ku miletê me li ser erda xwe bi azadî bijî.

Êş û derdê ji hev belavbûna me kurdan, ta ji demê Ehmedê Xanî û heta niha ye. Lê piştî azadiya başûrê Kurdistanê û desthilatiya rêvebirên welatê me yê azad, em dibînin bi serpereştiya wan hêdî hêdî gelê Kurd ber bi yekitiyan ve gavên asasî diavêje.

Gava ewil bi serpereştiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi damezrandina Nevenda Revenda kurdistanî hate destpê kirin. Ev Navend bi însiyatif û giraniya serok him hate damezrandina û him jî roj bi roj ji bona gelê kurd bibe xwedî yekitiyeke misoger hewldanên baş, xebatên delal û damezrandinên hêja pêk tîne.

Divê em bizanibin ku heger kurd heta niha nebûne xwedî dewleta xwe, sedema vê ya girîng ne li hevbûna kurdan, partî û rêxistinên wan e. 

Em baş dizanin û têgihiştine ku tekoşîna sed salan ya Barzaniyan, ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê bû û ye. Loma jî ji bona vê armanca pîroz çi ji wan hatiye kirine û bê westan dikin. 

Do bi şerê çekdarî û îro ji bi tekoşîna dîplomasiya navneteweyî û xurtbûna bi karanîna qelama nivîskarên kurd, ji bona berjewendiya gelê kurd, kar û xebatên dikin.

Rol û erkê nivîskaran li hemî welatan gelekî girîng, pêwîst û erkekî niştîmaniye. Loma bi serpereştiya damezrandina Federasyona Nivîskarên Kurdistan li diasporayê, wê bibe xwedî li welat û zimanê kurdî derketandinê.

Ne tenê ev jî. Bi saya yekitiya nivîskarên kurd, em ê bi her awayî di li gel nivîskarên cîhanê bi rehetî û bi yekdengî bikaribin têkiliyên xwe deynin da ku li ser asasê rastiyê dostan bi nivîsên xwe agahdar bikin ku miletê kurd pêwîstiya wî bi piştgiriya rewşenbîr û nivîskarên ewropî, emerîkî û cîhanî heye.

Heger em bi vî erkê xwe û di bin siwana Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li diaspora yê dest bidin hev, em ê gelek karên baş û serketî ji bona gelê xe bikin.

Bi kar û erkekî weha him em ê nivîskar û rewşenbîrên biyanî serwext bikin ku êş û derdê me kurdan yek e da ku ew jî vê êşa me ji gelê xwe re binivîsînin ku gelê wan bibin dostê kurdan.

Bi xebat û Federasyoneke weha em ê bi qelema xwe tesîreke erênî li siyasetmedar û rêvebirin welatan û bi taybetî li yên kurdan bikin da ku ew jî bi alîkariya gelê kurd ve rabin. Û kurd jî di her qadê de yekîtiya xwe pêk bîne. 

Hemî xebat bi yekitiyan pêk tê û bi saya wê mirov dighêje armanc û hedefên xwe yên neteweyî. Îro ji her demê bêtir pêwîstiya me ji yekitî û yekrêziya nava me heye. Ev gav bi gav pêk tê.

Loma li ser me her kurdekî ku ji welatê xwe hez dike, ferze ku divê xwe di bin konê Revanda Navenda Kurdistanê bikin yek. Ev navend ji gelek aliyan ve li ser kar e. Ev navend wê bibe motora yekitiye gelê kurd li ser daxwaz û dîtinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

De kerem bikin em jî weke nivîskarên vî gelê ku bi salan êşa ji hevbelavbûnê dikşînin, bibin yek. Divê em hewl bidin ku hemî nivîskarên kurd xwe di bin Federasyona Nivîskarên Kurdistan li Diasporayê bikin yek da ku em yek bi yek daxwazên miletê xwe bi cihanî bidin qebûlkirinê. Ez bi xwe ji destpêkê de di nava vî karî ango ji bona damezrandina Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê kar dikim û ez ê her karê xwe heta ku bikarim, berdewam bikim.

Bila Federasyona  Nivîskarên Kurdistan li Diasporayê li gelê me pîroz be. Em bi hevre henin û bi hevre xurtir in…

Back to top button