Rojev
MÎTê yek ji berpirsên YPG ê Qamişlo kujt

Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT)ragihand ku wan li Qamişloya Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) yek ji pêşengên PKK/YPG Eymen Colî bi operasyonekê berteref kiriye.
Li gor agahiyên ku çapemeniya Tirk ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, MÎTê diyar kiriye ku Colî yek ji rayedarên payebilind ên rêxistinê yên li Sûriyê ye.
Li gor MÎTê gotiye, wan Colî demek dirêj şopandiye, piştî ku şert û mercên guncav hatine çêkirin, bi operasyonekê ew berteref kiriye.
Hat diyarkirin ku Amudelî Colî berê li ser xeta sînor li dijî hêzên ewlehiyê çalakî organîze kiribûn û di çarçoveya operasyona Kaniya Aştiyê de li dijî hêzên ewlehiyê şer derketibû.