Wezareta Bergiriyê di derbarê êrîşa Xakurkê de daxuyanî da
Wezareta Paraztina Tirkiyê daxuyand ku di şerê li Xakurkê de, ku 12 leşkiran jiyana xwe ji dest dane, êrîş ne ji aliyê komek 50-100 kesî lê ji aliyê komên biçûk ve hatiye kirin. Hat ragihandin ku di derbarê xemsariyê de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.
Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezareta Parastina Tirkiyê Orgeneral Zekî Akturk piştî daxuyaniya li ser operasyonên leşkerî yên li Wezaretê, di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsan.
Çavkaniyên Wezaretê di derbarê pevçûna 22-23ê Kanûnê ya li Xakurkê de gotin: “Divê li herêmê di bin her şert û mercên hewayê de kontrol bê kirin. Hewldana ketina hundirê wek ku tê îdîakirin ne ji aliyê komên 50-100 kesî lê ji aliyê komên biçûk ve hatiye kirin. Ji ber şertên hewayê îmkanên balafirên bêmirov û pergalên termîkê nehatin bikaranîn”.
Di derbarê îdiayên ku hejmara kujtiyên leşkiran tê veşartin jî hat gotin ku “ji xeynî daxuyaniyên Wezareta Parastina Netewî, divê kes xwe nespêre nivîsên ku bikarhênerên takekesî li ser medya civakî didin. Wek ku di hin medya civakî de tê îdiakirin, ji bilî yên ku li herêma operasyonê hatine ragihandin, tu leşkirên me yên şehîd nîn in”.