Civak
Akademisyenek tirk wesfê komkujiya Roboskî dide!!
Jinek kaşo akademisyene di 12 mîn salvegera komkujiya Roboskiyê de di medya civakî de,daxûyakirin ku, “bila ev dîmen berdewam bin.” Jinek kaşo akdemisyene, komkujiya ciwanên miletekî bi dilxweşî pêşwazî dike û berdewamiya komkujiyên bi vî avayî rewa dibîne û sinorên bê ehlaqiyê derbas dike û dibêje bila ev cure komkuji berdewam bin.
Gelo ji bo jinek bi vî awayî çi tê gotin?
Akademîsyena Beşa Têkiliyên Gel û Reklamê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Tuba Işik, li ser wêneyê merasîma binaxkirina termên qurbaniyên Komkujiya Roboskî nirxandinek gelek balkêş ê ne mirvahî nivîsand. Tuba Işik dibêje: “Dîmenê pir xweş e, bila her bimîne.”
Ev daxuyaniya Işik ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ve rastî berteka hat.