Balefirên DYA gihiştin Încirlik a Tirkiye!
Balafirên bombebarkirî yên B-1B yên Hêza Esmanî ya Amerîkayê ji bo sotemeniya hatın Bıngehê Hewayî ya Încîrlîkê ya Edeneyê. Robert Schoeneberg, Alîkarê Fermandarê Baskê Hewayî yê 39emîn ê Hêza Hewayî ya Amerîkayê der barê wezîfeya perwerdeyê da wiha got: “Em bi heyecan piştgirî û bîranîna vê operasyona dîrokî ya sotemeniya germ a li Încîrlîkê bi bîr tînin.”
Bomberdûmanên B-1B yên ku ji bo 9emîn Squadroya Bombebaran a Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatine wezîfedarkirin, ji bo sotemeniya germ di çarçoveya wezîfeya perwerdehiyê ya ji mêj ve hatiye plankirin, gihîştin Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê. Li gorî daxuyaniya Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê, sotemeniya bi navê “hot-pit” tê wateya taktîka barkirina sotemeniyê ya balafirê dema ku motorên wê dixebitin.
Stillwell, Fermandarê 9emîn EBS ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê wiha got: “Xebata me ya bi hevkarên me yên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê re xebatên kolektîf û profesyonelîzma balafirên NATOyê nîşan da.”