15 salîya Rojeva Kurd pîroz be.
Bê guma 15 sal di tarîxa kovarek digîtal bê navbir gelek gringe, bi teybet ji bo Kurdan. Ji xwe kovarek bi rêk û pêk be gringîya wê bilindtir dike.
Rojeva Kurd yek ji dezgehê medya Kurdîye di van 15 salan de wek kovarek janra analîtîk her xeta xwe berdewam kir û bi tu janrên din yên medya tevlihev nekir, belkî yek ji xusuyeta Rojeva Kurd ji dezgehên Medya Kurdî din cuda dike eve.
Her nivîsê janra analîtîk weṣandin, ji bo wê jî publika wan heye û teybete. Wek em dizanin medya Kurdî, ji alîyê xusuyeta Janr de gelek zeife(lawaze), kêm dezgehên Medya Kurdî li gor Janra ew xwe pê didin nasan tevdigerin.
Wek mînak bêhtirîn sazîyên medya Kurdî ku teorîk xwe wek Analitîk bide naskirin, tu dibîne di praktîkêde him analîtîk, him nûçe,him civakî,aborî,yanî tevaya janrê medya çi heye tevlihev dile ji ber wê jî ne serkevtîye û publika wan tu car çênabe. Ji ber publika li hemû welatan her hinek alîkî janrê medya bala wan dikśîne, dema medya hemû janrên medya tevlihev dike di netîcê de publika wan çê nabe, nuha jî bêhtirîn medya Kurdî di vî halî deye.
Rojeva Kurd di va 15 salan de gelek nivîsên analîtîk ku tevgera Kurd jê sûd wergirt weṣand. Min gelek car di konferans di Tv de her gotîye Kurd nuha ji herdemê bêhtir muhtacî kovarek Analîtîkin kovarek wek Rojeva Kurd, ji bo ku bi karibin analîzên baṣ û bi teybet bi kurayî analîzên stratejîya welatên wek Rûsya, DYA, û Çînê li herêmê bikin ji bo ku tevgera Kurd karibin siyasetek rast bimeṣînin (wek mînak tu li tu derê analîzekê nabîne ka BRIKS ku îroj bi dehan welat bûne endam û dehan di dorê dene bibin endam, Rêxistina Ṣanhai, rêxistina aborî a AwrAsya, û gelek tiṣtên din çîye?
Ji ber Tevgera Kurd heta nuha jî siyasetê li ser beyanê rojanê ên van welatên mezin dikin ji ber wê jî hertim barê wan ketîye. Ji ber vê îroj ji herdemê bêhtir Kurd muhtacî kovarek bi janra Analîtîk wek Rojeva Kurdin. Heger ez tebînîyekê bo rojeva Kurd bibêjim, ku bi karibin hin bêhtir li weṣana nivîsa miqatebin ku nivîsên mustewa wan ne bilind be di kovara xwede ne weśînin ku vê xeta xwe dewam bike û bibe kovarek elît, jêdera analîzên kur ji bo tevgera Kurd.
Careke din 15 salîya Rojeva Kurd pîroz be, her serkeftî bin.
Doç.Dr.Ekrem Önen