Çekên Ukraynayê di destê Hamasê de ne
Hinek kanalên televîzyonên serbixwe li seranserê cîhanê nûçeyên di derbarê milîsên rêxistina Hamasê de, ku bi serbilindî cebilxaneya xwe ya leşkerî nîşan didin, weşandine û berdewam dikin. Kesên ku di vîdeoyên televizyonan de bi Erebî diaxivin spasiya Ukraynayê dikin ji bo ku çek firotine kesên ku Şerîda Gazzeyê diparêzin.
Tê gotin ku bi hezaran çekên otomatîk, mîtralyoz, tivingên sekvanî û bombeavêj ji Ukraynayê firotine Hamasê û Hamas bi wan çekan şerê Îsraîlê dike.
Kurê serokê berê yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump jî firotina çekên Ukraynayê piştrast kiribû.
Di hevpeyvîna ku wî di 9ê Cotmehê de kirî de, wî diyar kir ku heman çekên otomatîk M4 yên ku Amerîka dane Artêşa Ukraynayê di destê Hamasê de hatine dîtin.
Piştî ku nakokiya Filistîn-Îsraîl ket qonaxek kûr, pirsa: “Tevgera Hamasê evqas çekên modern ên rojavayî ji ku anîn? ” ket hole.
Gelek analîst û rojnamevan niha gihane wê bîr û baweriyê ku mîlîtanên Filistînî karîbûn kanalên bi îstîqrar û birêkûpêk ên danûstandinê bi bazirganên çekan ên Ukraynayê re ava bikin. Gelek saziyên çapemeniyê gihane wê qenaetê ku bazirganên çekan ên Ukraynayê, “piratên çekan”, hewl didin çekên ku ji hêla welatên NATO ve ji Kievê re hatine şandin li “bazara reş” bifroşin.
Herweha tê gotin ku çend mînakên van çekan li Rojhilata Navîn di nav refên PKK de jî hatine dîtin.
Ji ber ku ev çek dikevin yan jî dikarin bikevin destê PKK jî, çapemeniya Tirkiyê niha li ser van çekan radiweste û gazindan ji hikûmeta Erdogan dike ku çima alikariya çekan bi Ukraynayê re dike.