Cîhan

Netanyahu: Agirbest tê wateya ku,em teslîmê Hemasê dibin!

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îdia kir ku operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê ji bo rizgarkirina dîlên di destê Hamasê de “firsend” e û got ku agirbest tê wateya ku em tslîmê Hemasê dibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya kabineya wezîran de li baregeha leşkerî ya Kirya ya Tel Avîvê axivî. Netanyahu der barê bomberdûmana giran a 24 rojan a li ser Xezeyê nirxan û wiha got: “Em di nava şer de ne û me armanceke zelal ji bo têkbirina şiyanên leşkerî û otorîter ên Hamasê daniye pêşiya xwe û em vê yekê bi awayekî sîstematîk dikin.

Netanyahu diyar kir ku dê agirbest nebe û got, “Agirbest tê wateya teslîmbûna ji Hamasê re. Piştî 11ê Îlonê agirbest çênebû. “Dema ku êrîşa Pearl Harbor li ser Dewletên Yekbûyî hate kirin, agirbestek nebû.”

Netanyahu diyar kir ku operasyona bejayî ya li Xezeyê “dê wext bigre” û bibe sedema “kemîn, zehmetî û windahiyan” û wiha dewam kir, “Lê di dawiyê de ez tenê tiştekî soz didim we: Hamas wê têk biçe, were tunekirin “

Netanyahû têkildarî bangewaziyên agirbestê êrîşên 11’ê Îlonê yên li DYA’yê bi bîr xist û got, Çawa ku DYA’yê piştî 11’ê Îlonê agirbest qebûl nekir, Îsraîl jî piştî êrîşa 7’ê Cotmehê agirbest qebûl nake.

Back to top button