Dosya

Pazehsaliya Rojeva Kurd pîroz be!

Piraniya kesên ku nivîsên xwe di Rojeva Kurd de diweşînin, xwe dinasin û xwe berpirs dibînin, pêşerojê dizanin  û li wê gorê qalib didin hevokên xwe.

Zeynelabidin Zinar

Malpera Rojeva Kurd ji roja dest bi weşana xwe kiriye, her Zimanê Kurdî bi kar anîye û li gor tewrên Çanda Kurdî jî lipikiye. Ev hawe ji bo Rojeva Kurd serbilindiyeke mezin e û ji bo Neteweyê Kurd jî cihê şanaziyê ye.

Ji roja ku ez bi Rojeva Kurd re hevnas bûme heta niha, nivîsên wê, bi piranî tewrên jiyana kurdewariyê ku tê de têne bikaranîn, nexşe û Toreya Kurdî, dilê meriv geş û hêsan dike. Çi nivîseke ku tê de hatiye weşandin, dema xwendinê, meriv ji hemû peyv û hevokên wê fêm dike.  Ji vê zêdetir, qalibê weşana wê bi xwe jî kurdewar e û li gor toreya bavûkalan şiroveyan dike.

Kêm kes, meriv ji nivîsên Rojeva Kurd zêde zêvir nabe.

Herweha Rojeva Kurd kesekî û siyasetekê ji xwe re nake hedef.

Ger yekcaran rexne bêtin kirin jî, bi xûta nîşandana riya rast têne weşandin.

Piraniya kesên ku nivîsên xwe di Rojeva Kurd de diweşînin, xwe dinasin û xwe berpirs dibînin, pêşerojê dizanin  û li wê gorê qalib didin hevokên xwe.

Ji ber hingê  Rojeva Kurd xwedanê nirxmendiyeke giranbiha ye.

Pazdehsaliya Rojeva Kurd pîrz be, serkeftin jê re gelek salên dirêz dixwazim.

Herweha hemû karker, karmend, xêrxwaz û alîgirên wê jî pîroz dikin û serkeftin ji wan re dixwazem…

30/ 10/ 2023. 18:33

Back to top button