Elî Teter: Em Kurd neteweyê herî kevn ê dinyayê ne
Parêzgarê Duhokê Elî Teter got, “Wek Herêma Kurdistanê çavkaniyên me yên xwezayî û dahata me têra xwe heye, heger destûr bidin ku em jê sûdê werbigirin, em destê xwe ji tu aliyekî re venakin”.
Yekitiya Şaredariyên Navdewletî yên Holendayê (VGN) di bin hemahengiya şaredariyên Duhokê û rêveberiya giştî ya tenduristiyê de, konferansek bi navê “Çopa pizîşkî, kêşe û derfet” saz kir.
Alî Teter ê ku beşdarî konferansê bû û daxuyanî da, ji bo jîngehek pakij bang li raya giştî kir û got: “Çawa ku em malên xwe pakij û paraztî dikin, divê em welatê xwe jî pakij û paraztî bihêlin”.
Teter di berdewamiya axavtina xwe de got: “Em Kurd neteweyê herî kevin ê dinyayê ne. Xwedê bi dilovanî dewlemendiyek xwezayî ya bêsînor daye me. Lê mixabin Hikûmeta Iraqê rê nade ku em wan bi awayekî baş bikar bînin, ji ber wê jî di dema borî de em rastî gelek qeyranan hatin”.
Teter amaje bi samanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Wek Herêma Kurdistanê bi têra xwe saman û dahata me ya xwezayî heye, heger bihêlin em jê sûdê werbigirin em destê xwe ji tu aliyekî re venakin. Mixabin siyasetek tê meşandin. Ew nahêlin ku em çavkaniyên xwe yên xwezayî (petrol, gaz û mîneralan) bikar bînin û ne jî bifroşin, û bi destûrî û yasayî jî bi me re nadin û nastînin nakin”.
Parêzgarê Duhokê Teter diyar kir ku ew dixwazin hemû bajarên Iraqê jî mîna bajarên Herêma Kurdistanê bên avakirin û pêşxistin û gelê Iraqê di nava xweşî, serbilindî û aramiyê de bijî.