Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya aşitiyê dike

 

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Şerqulewsat de behsa serdana xwe ya vê dawiyê bo Tirkiyeyê dike dibêje:

       Di civînên digel berprisên Tirkiyeyê de me behsa gelek pirsên giring yên girêdayî berjewendiyên gelê me û têkeliyên hevbeş bi Tirkiyeyê re û rewşa herêmî û Suriyeyê kir. Di meseleya PKKê û pêvajoya aşitiyê de me bi awayekî aktîv beşdarî kiriye. Bê destêwerdan di karûbarên navxwe yên Tirkiyeyê de, me rolek baş di dîtina çareseriya siyasî di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de hebûye. Aşitî bûye meseleya Tirkiyeyê û pêwîste di çarçoveyê dewleta Tirkiyeyê de bê çareser kirin. Di vê meselê de me gelek xebat kir û me danûstandin digel hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê jî de kirin. Em hêvîdar in ku çareseriyeke bi aşitî û siyasî bibînin.

       Em dibîn in ku, ji bona aşitiyê û çareserkirina pirsê, her du aliyan xwesteke bihêz  heye. Em dizan in ku li hember van xebatan dijmim jî hene. Çareserkirina vê pirsê di nava şev û rojekê de çênabe. Her çiqas ev rê rêyeke zehmete jî, lê pêngavên destpêkê destpêkirine. Ev pêngavên destpêkê ne û ev meseleke aloze û ne hêsane. Lê nabe ya ku heta nuha bidestve hatiye em kêmdanin. Rola serokwezîrê Tirkiyeyk roleke gelek başe û hêjayî qedirgirtinê ye. Herwesa destpêşxeriya Ebdula Ocelan jî giringe û li ser Enqereyê pêwîste ji qîmeta wê kêm neke. Ya giring ewe ku Tirkiye bigehe wê qenaetê ku, ev pirs pirseke siyasî û divê çareseriya wê jî bi rêyên siyasî be. Me jî ji bona vê yekê hewil daye. Em hêvî dikin ku, encamên wê her du gelên kurd û tirk razî bike.

 

Back to top button