ji bo nirxandina komek kêşeyên pêwîst bi rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê şandekî bilinda Hevpeymaniya Nîştimanî gihîşt Herêma Kurdistanê.
Li civînê de bi awayeke eşkere tengasiyên kûr hatin guftûgokirin ku welat têda derbas dibe, her wiha guftûgo di derbarê çawayiya muamelekirina li gel wan tengasiyan û birêvebirina wan û hinek çareserkirina wan jî hate kirin.
Paşê şanda mîhvan ku pêkhatibû ji rêzdar Şêx Xalîd Etiye Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Nîştimanî û Endamê Encûmena Nûneran û Hadî El Amirî Wezîrê Veguhestina Hikûmeta Federal û Tariq Necim Endamê Mekteba Siyasiya Hizba De’weya Îslamî li gel lîjneya gelalekirina helwesta Herêma Kurdistanê beramber Hikûmeta Federal ku pêkhatibû ji rêzdar Dr Roj Nurî Şawês Cîgirê Serokê Encûmena Wezîrên Federal û Dr Fuad Mehsum Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanê û Serdar Ebdulla Serokê Fraksiyona Goran û Necîb Ebdulla Serokê Fraksiyona Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê civîneke du qolî hate kirin.
Li civînê de her du alî di derbarê tengasiyên niha guftûgo kirin ku dûçarî pêvajoya siyasî hatiye, her wiha behsa çawayiya peydakirina mekanîzma çareserkirina kêşeyên helawestiyan kirin. Li dawiyê de her du alî dûpat li giringî û berdewamiya diyalog û berfirehkirina wê kirin.