Polîtîk

"Mirovên Aqilmend" peyivîn

Civîna Tayib Erdogan li gel komisyona Mirovên Aqilmend kirî 5 demjimêra berdewam kir. Berê ev komisyon ji bo mehekî hatibû destnîşankirin niha karê ku Komisyon bike hat dirêj kirin.Dê komisyon maveyê du mehan kar bike.

Li ser vê komisyonê gelek gotubêj û nirxandinên cuda hatin kirin. Di rastiya xwe de ev Komisyon a hukumetê ye. Lê gelek kesayetên ku di pirsa kurd de xwedî prensîp di nav vê heyetê de hene.

Piştî civîna Mirovên Aqilmend li gel serokwezîr Erdogan dawî hat, hinek ji endamên Komisyonê dîtinên xwe ji bo rojnemevanan bi vî awayî dan xuyakirin.

Ahmet Gündoğdu(serokê sendikaya memuran): Endamên komisyonê li ser pirsa aşitiyê  yan jî çareseriya pirsa kurd , yan jî sekinandina şer xwedî dîtinên cudane . Lê hemû jî dixwazin şer bisekinê. Hevbeşiya di nav endamên komisyonê de sekindina şer e.

Ali Bayramoğlu(nivîskar): Armanca me ewe ku em bi zanebûn ramana aşitiyê ji civakêre bidin xuyakirin. Dê grubên hatîn çêkirin bi xwe li ser awayê xebata xwe biryarê bidin.

Can Paker(serokê TESEV): Ev destpêke, dema em dakevin qada pratîkê dê encama karê me bixweyê.

Doğu Ergil (Akademisyen): Pêvajoyê destpê kiriye.Serokwezîr însiyatîf hiştiye hêviya me ve.

Ethem Mahçupyan(nivîskar): Projeyeke ku hukumetê dîzayn kiriye.Ez dixwazim pêvajo serbikeve û hukumet jî serbikeve.Wek hevwelatiyekî tişta ji destê min werê ezê bikim.

Hülya Koçyiğit (Hûnêrmend): Ez jî dayîkim. Dixwazim hêstirên çavên dayîkan bisekine.

Kezban Hatemi (Akademisyen): Li Tirkiye dezgehên sivîl ne wek yê welatên pêşketîne .Lê niha ev yek pêkhat.Serokwezîr behsa dîtina xwe ya destûra nû kir. Li gora min civînek gelek girîng û dîrokî bû.

Lale Mansur(Hûnermend): Bi rastî dixwazin ev xwîn bisekine. Gelek pêvajoyek zîzî e, gelek aliyên pêvajoyê provaka bikin hene. Divê ev bikaribin girîngiya aşitiyê bidin fam kirin.

Mithat Sancar (AKademisyan , nivêskar): Civînek vekirî û bi encam bû. Ji bo ev heyet bikaribe hevkariya aşitiyê bike dê bi insîyatifa xwe kar bike. Dê hukumet lojîstik arîkariyê bike, wek din komisyon karê xwe dike.

Oral Çalışlar (nivîskar): Min bi dil xweşî ev teklîf qebûl kir. Ez dixwazim keda min jî di vê pêvajoyê de hebe.

 

Back to top button