Civak

Komeleya zanayên olî yên Kurd

Li Stenbolê komeleyek bi nave “Komeleya Zanayên Olî yên Kurd” di 25ê Adara 2008an de hatiye damezirandin.

Ev komele di sere pêşî de ji aliyê 5-6 meleyên Kurd ên Medreseya Kurdî ve hatiye damezirandin û pişûtre hin bi hin mele lê kom bûne û niha 126 meleyên endam ên komeleyê hene.

Serokê komeleyê yê pêşî gorbihişt Mele Elî KIliç bûye. Piştre Mele Celaledin Yoyler bûye serok, niha jî serok Mele Mihemed Şîmşek e.

Derfeta ku em bi serokê komeleyê re bipeyivin çênebû, lê berpirsê kovarê Jîr Amedî bersiva pirsên me da.

Jîr Amedî

Jîr Amedî di 1971ê de li Garisiya Şêxan a Farqînê  hatiye dinyayê, bavê wî ji mala Şêxên Baxçe û diya wî ji mala Şêxên Didêriyan e. Pêşî Medreseya Kurdî, piştre Îmam-Xetîb û Zanîngeh xwendiye. Çend sal rojnamevantîya tirkî kiriye û di 1989an de jî dest bi nivîsandina kurdî kiriye.

Berpirsê kovara RONAHÎyê Jîr Amedî li ser kovarê jî weha got:
”Kovara Ronahî, mehane ye, zanist, wêjeyî, hunerî û çandî ye. Amaca komeleyê ev e ku bête zanîn ango ne tenê çep û çepîtî xwediyê Zimanê Kurdî û Kurdistanê ne. Ji ber ku dîn, huner û çand ji hevbûdu cuda nabin, me ev berpirsyarî wergirtiye. Em li ser hin babetên nixumî lêkolîn dikin û sedemê wan derdixin holê. Berî çend rojan kovara RONAHÎ hejmara xwe ya dehan jî weşand. Înşaelah em ê gelek jimaran biweşînin. Kovar ji bo her kesî vekirî ye, em li benda nivîsan in. Di projeya me de heye ku em ê medreseyekê jî vekin, pirtûkan çap bikin û çalakiyên wek semînerên çandî jî didin…”

 

10 hejmarên kovara RONAHÎyê…

Kovara Ronahî bi formata B5 e, bergê wê rengîn e lê belê nava wê tev reş û sipî ye. Rûpelên wê di navbera 64-68 rûpelan de diguhere.

Bi hêviya serkeftinê ji bo Komeleya Zanayên Olî yên Kurd, her şad û bextewer bin…

 05/04/2013
Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button