Cîhan
Wezîrê Darayî yê Îsraîlê: Lêçûna şer rojane 246 milyon dolar e

Barê herî giran ê şer û pevçûnan li ser aborîyê ye. Şerê û pevçûn barekî giran li ser aborîya welatekî bar dike û gelek caran aborîya welatekî dixe qeyranê.
Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Smotrich got ku lêçûna rasterast a şerê 19 rojan ji bo welatê wî 1 milyar şêkel e û dibe ku di bûdçeya netewî ya 2023-2024an de guhertin bên kirin.
Li gor rapora ajansa Reutersê, Wezîr Smotrîch got ku lêçûna rasterast a rojekê ya şerê Israîl-Filistînê ku ji 7ê Cotmehê ve berdewam e, ji bo Îsraîlê milyarek şekel ango nêzîkî 246 milyon dolar e.
Smotrich di daxuyanîya xwe ya di radyoya artêşa Îsraîlê de diyar kir ku heta niha lêçûnên nerasterast ên pevçûnan kifş nebûye.


