Cîhan

Îran: Amerîka pêşengîya kujtina li Xezzeyê dike

Rêberê olî yê Îranê Xamaney got ku rêvebirîya Îsraîlê tola ku nikare ji Hamasê bigire bi bombebarankirina xelkê sivîl distîne.

Şerê Îran û Filistînê di roja xwe ya 19emîn de berdewam dike.

Rêberê olî yê Îranê Alî Xamaney di axaftina xwe ya li Tehranê de bal kişand ser êrîşên ser Xezzeyê û destnîşan kir ku DYA hevkarê Îsraîlê ye.

Li gor nûçeya ajansa fermî a Îranê IRNA yê, Xamaney di axaftina xwe de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê nirxand û wiha got: “Di vê bûyerê de DYA şirîkê eşkere yê cînayeta Xezzeyê ye. Kujtina li Xezzeyê ew bi rêve dibe”.

Xamaney amaje bi wê yekê kir ku li pişt serdanên rêberên rojavayî yên Tel Avîvê xema perçebûn û hilweşîna Îsraîlê heye û diyar kir ku Hamasê derbeyek mezin li Îsraîlê xistiye û got: “Rêvebirîya Îsraîlê hewl dide tola ku nikare ji Hamasê bistîne bi bombebaranê ji sivîlan distîne. Şervan li bendê ne, ji bo çalakîyê amade ne, moral, motîvasyon û hêza xwe ya çalakîyê paraztine û wê bidomînin”.

Back to top button