Polîtîk

Hikûmetê bûyera kompaniya HKN zelal kir

Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bûyera kompaniya HKN ku li devera Sesingê ser bi wîlayeta Duhokê di warê neftê de kar dike, zelal dike:

 Berovajiya wan nûçeyên şaş yên di mediya cîhanî de hatîne weşandin, bûyera kompaniya HKN haletekî emnî nebû û bi tu awayî ew bûyer ne ji bo hindê bû ku hindek kesên ser bi wê kompnaiyê ve, karkerên biyanî,  revînin. Sedemê bûyerê nakokiyên li ser îş û pereyê karkeran bû, ew karkerên li wê derê kar dikin ji meha çileya pêşîn ve meaşên xwe wernegirtine.

Nûnerên karkeran daxwaz ji berprisên kompaniyê kiribû ku, kar û çalakiyên xwe ragirire heta ku meseleya  pere û heqdestê karkeran bê çareser kirin. Ew pirs bi awayekî aşitî hat çareser kirin û tu haletên şidet û îşkencê çênebûn.  Di dema çêbûna wê bûyerê de, karkerek wê kompaniyê bi navê Şilemberg hindek zaniyariyên şaş dayne mediyayê û mediyayê jî ew bûyer mezin kir.

Piştî bûyerê kompaniya navborî daxuyaniyek weşand û tê de dibêje: ”Karkerê me yê ku zaniyarî ji mediyayê re dane, haydarî detaliyên bûyerê nebûye û ew zaniyariyên ji mediyayê re dane ji rastiyê dûr bûn. Em wan zaniyariyên karkerê me ji mediyayê re dane red dikin ji ber ku, ew zaniyarî ji rastiyê dûr in û temsîla raya kompaniya me nake.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê di sewyeyeke bilind de emin û aramî dabîn kiriye, herêma Kurdistanê dê hertim ji bo kompaniyên biyanî û karkerên wan herêmeke aram û parastî be. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona piştgiriya çalakiyên kompaniyên biyanî yên di warê neftê de kar dikin pabend e. Hikûmeta herêma Kurdistanê karkerên navxweyî piştrast dike ku dê hetim mafên wan biparêze û dê li sektora neftê karên minasib jê re peyda bike. Di heman demê de piştgiriyê li wan pirojeyên civakî dike yên ku, kompaniyên neftê li wan deverên kar tê de dikin ji xelkê deverê re cibicî dikin.

Weke tê zanîn, doh, di hindek kanalên mediya cîhanî de hatibû weşandin ku, qaşo grûpeke çekdaran êrîşî ser kompniyeke neftê li herêma Kurdistanê kiriye û hijmareke karmandên biyanî revandine.

Back to top button