Polîtîk

Li Kurdistanê amadehiya PKKê tê kirin

Rojnemevanê Rojnama Sabah a Tirkî Metin Can, da ku bizanibê pêvajoya ku li Tirkiye destpêkirî li Kurdistana Başûr çewe tê dîtin û herweha helwesta desthilata Başûr çîye serdana Kurdistana Başûr kir.

Metin Can di vê derbarê de nivîsekî di Sabahê de belav dike. Metin Can dibêje:

Li  Duhokê di otelek ku nû hatî vekirin de ez berpirsek bilind yê PDKê dibînim. Di hevdîtinê de min pirsa pêvajoya nû ya li Tirkiye jê pirsî.

Berpirsê PDKê zanîngeh li Tirkiye xwendiye û ji bo vê jî Tirkiyek gelek baş kiset dike. Lê ev berpirs naxwaze  nevê xwe bêje.

Ji minre dibêje ku, desthilatdariya Kurd berpirsiyarek mezin ji bo pêvajoya li Tirkiye destpêkirî girtiye ser milê xwe.

 Berdeawiya axavtina xwe d dibêje: Mesud Barzanî û xelkê herêmê  kêmasî hinge Tirkiye dixwaze ku PKK ji dev çekan berdê. Çima em nexwazin, Erbil îro bûye bajarekî yê ewlehiyê, pêşketinek mezin çêbûye.

Em xwedî îmajekî mezinin.Potansiyelek mezin li herêmê heye.Lê ji bo vê pirsgirêkê em bi awayê pêwîst nikarin ticareta xwe bikin.Erbil pêşerojek sivîl dixweaze.

 Berpirsiyarê PDKê vê yekejî dibêje: Tişta bê milê me em dikin, dema çekdarên PKKê ji çîyan werin xwar ji bo tevlî civatê bibin me projeyek amade kiriye.Çekdarên PKKê yên ji Tirkiye werin yan yên ji Qendîl werin emê wan cih bikin. Em ji bo bi cihkirina wan hevdîtina dikin.Pêwistbe emê kar û xaniyan bidin wan.

Ji berî niha partiya me di vê derbarê de gelek kar kir.Sê salên dawî me hişt ku gelek çekdarên PKKê ji çiya dakevin. Me ew kirin di nava jiyana civakî de.

Back to top button