Xebata 15 Salan Rojevakurd
Hertişta ku, em berjewendiya pêşketina xeta netewî û dewletbûna Kurdan de bibînîn, emê biparêzin.
Dara Bîlek
Rojevakurd ji berî niha 15 salan dest bi weşana xwe kir û heta wek îro berdewam e.
Ji berî Rojevakurd dest bi weşana xwe bike demek dirêj Kovarek bi nave Rastî ji aliyê komek kadroyên siyasî ve dihat derxistin. Rastî wek kovarek mehane dest weşana xwe kir û gelek civîn û panel li darxistin.
Rastî bubû pireke ku di navbera herêma Başûrê Kurdistanê û diyasporayê de û dengê dewletbûna Kurda bû. Rastî mala bîr ê hizrên niştimanperwerî û dewletxawzên Kurdistanî bû.Piştî demekî weşana Kovarê ji bo hinek sedemên maddî û civakî sekinî û weşana Rastî wek malperekî di Înternetê de hate berdewam kirin. Lê di mercê wê demê de ku, înternet ne gelekî pêşketîbû jî, Rastî nekarî erka xwe berdewam bike.
Heman kadroyan piştî demekî biryara weşanek nû dan. Ji ber ku di aliyê medyayê de taybetî ji bo nasandina Xeta Neteweyî valahiyek mezin hebû. Tevgera dewletbûnê ku li başûrê Kurdistanê dihat gotubêj kirin di nava enteluktelên Kurd de gelek deng nedida. Deng, bîr û baweriyên xeta netewî gelekî yan jî awayek pêwîst nedihata belavkirin.
Belê gelek weşan hebûn û di rojeva siyasî de bi awayek çalak cih digirtan,lê gelek mixabin piraniya wan li himber hizrên netewî,xizmeta bîr û baweriyên îdeolojîk dikiran û vê yekêjî berê ciwanên Kurd ji xeta netewî dida aliyekî û heta ew li himber destxistina statûyekî Kurdistanî tevdigeran. Mixabin heta wek îro jî ev yek bi awayek berfireh berdewam e.
Vê yekê jî firsendeke mezin dida aliyên li dijê dewletbûn û detxistina statûyek Kurdistanî, şerê PDKê û xeta neteweyî bi dezenformasyonan bikin. Taybetî li bakurê Kurdistanê dijîtîyeke mezin li hember PDKê û destkeftîyên başûrê Kurdistanê hebûn (Mixabin heja bi tundî berdewam e).
Vê yekê di bingeha siyasî de valahiyeke mezin derêxistibû holê. Car caran hinek malper derketin û rolek berbiçav jî leyîstin, lê mixabin jiyana wan gelekî berdewam nekir û ji bo sedemên cuda ji dev weşana xwe berdan. Ji bo vê yekê weşana Rojevakurdê wek pêwistiyekî derket hole.
Rojevakurdê xeteke siyasî ya Neteweyî û Kurdistanî daye pêşiya xwe û ji roja derketîye û heta îroj wek vê gave li ser xeta xwe bi îstikrar berdewam e. Di pêvajoya weşana xwe de heta wek îro Rojevakurd li rasta gelek zehmetiyan hat. Gelek caran tengasî gihat radeyekî ku bi zehmetiyên mezin weşana xwe berdewam dikira . Lê bi fedakariya karmendên malperê tevlî desteya teknîkî û karmendên din weşana Rojevakurd nesekinî û berdewam bû. Heta wek îro jî roj bi roj berûpêşve diçe û erka xwe ya weşanek niştimanperwerî û Kurdistanî tîne cih.
Taybetmendîyek din a Rojevakurdê ewe ku, bi tenê zimanê Kurdî weşana xwe dike, ev yek jî dibe xizmetek mezin ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî.
Tê zanîn ku, taybetî li dijî dewletbûna Kurda, dijî destkeftiyên neteweyî li başûrê Kurdistanê, tevgerek wek PKKê gelek bi hêz propagandeyê dike. Xwediyê gelek kanalên televizyon û bi dehan malperan e. Lê Rojevakurd bi hemû mecala xwe hewl dide bersiva van nûçeyên ne rast bide û destkeftiyên Kurdistanîyan biparêze.
Gelek caran êrîşên mezin li hember weşana malperê hatin kirin û xwestin Rojevakurd ‘Hack’ bikin, lê sexlemiya ewlehiya teknîkî ew êrîş berteraf kirin. Heta wek îro jî ev êrîşên internetê berdewam dikin. Li vê derê xalek gelek hesas heye ku divê mirov behsê bike. Ya diltezîn ew bû ku, gelek cara nawendên van hackeran ji deverên ku me siyaset û lepta wan diparastin jî dihata kirin.
Heta wek îro jî me sedemên vê yekê dernexist ka çiye.
Herweha hinek aliyên qaşo piştgiriyê destkeftiyên neteweyî yên Kurdistanî dikin û îdia dikin ku siyaseteke li ser xetek neteweyî dikin jî, bi awayekî dijitiya Rojevakurdê dikirin û beşeke jî xwe, li himber erk û weşana Rojevakurd xwe nebihîstî kirin.
Bê guman em sedemê vê yekê dizanin û hinek platformên navxweyî de behsa vê yekê berfirehî dikin û dinirxînin. Eva dawî ne wekî gazindekî ye, herkes û ali ya layiqê xwe dike.
Lê em wek karmendên Rojevakurd li ser xeta xwe ya netewî û Kurdistanî bi istiqrarî berdewamin.
Hertişta ku, em berjewendiya pêşketina xeta netewî û dewletbûna Kurdan de bibînîn, emê biparêzin. Yanî emê her bibin bersiva weşanên derew li dijê herêma Kurdistanê û destkeftiyên Kurda.
Wek weşan em berjewendiyên Kurdistanî diparêzin û li ser xeteke neteweyî rêvediçin û nave vê rêbazê jî Rêbaza Barzaniye
.
Xebata 50 salî ya serokê nemir Barzanî di hemû awayî de havênê siyaseta me ye û em di hemû warî de vê rêbaza Kurdistanî û Neteweyî bi serbilindî diparêzin.
Karmendên Rojevakurd îdealistin û ji bo vê jî xwebexşên tevgera azadiya Kurdistanê li ser Rêbaza Barzaniyê nemirin.
22.10.2023