Teknîk

Fîzîk di dîrokê de

Ev weke senaryoya mirina germê tê zanîn, û tê wê wateyê ko tîra demê dê winda bibe, ji ber ko dê cûdahiyek di navbera paşeroj û pêşerojê de nemêne. 

Zagros Haco

Tîra demê têgehek e ko nehevsengî (asymmetry) yan jî arastehiya (directionality) demê şirove dike. Wateya wê ew e ko dem ji pêşerojê ber bi paşerojê ve diherike, ne berevajî diherike. 

Di heman demê de tê vê wateyê ko hin pêvajoyên di xwezayê de neveger in, weke zêdebûna entropiyê, rizîbûna keriyên ne aram û berfirehbûna gerdûnê. Tîra demê ne zagoneke laşî ye, lê encama şert û mercên destpêkê û tevgera statîstîkî ya pergalên mezin e. Destpêka tîra demê bi Teqîna Mezin (Big Bang) ve girêdayî ye, ew bûyera ko gerdûn afirandiye.

Li gorî modela gerdûnasî ya standard, Teqîna Mezin rewşeke pir bilind ya germahî û entropiyê bû. Her ko gerdûn fereh dibû û sar dibû, rêkûpêk û bi binyat dibû û stêr, galaksî, exter û jiyan çêbûn. Ev kêmbûna entropiyê li hin herêmên gerdûnê peyde bû ji ber ko tevaya entropiya gerdûnê zêde bû, weke ko ji aliyê qanûna diduyan ya termodinamîkê ve hatiye pêşbînîkirin. Teqîna Mezin di heman demê de cûdahiyek di navbera paşeroj û pêşerojê de çêkir, ji ber ko ew bûyereke yekane bû ko nayê vegerandin yan dubare kirin.

Çarenûsa tîra demê ne diyar e, lê ew bi çarenûsa dawî ya gerdûnê ve girêdayî ye. Eger gerdûn ta nemayê berfirehbûna xwe bidomêne, ewê di dawiyê de bigehe rewşa entropiya herî zêde, ko tê de hemû cûreyên enerjî û madeyê bi awayekî wekhev belav dibin û nema ti guhertin çêdibe. Ev weke senaryoya mirina germê tê zanîn, û tê wê wateyê ko tîra demê dê winda bibe, ji ber ko dê cûdahiyek di navbera paşeroj û pêşerojê de nemêne. 

Eger gerdûn berfirehbûna xwe rawestêne û dest bi piçûbûnê bike, ewê di dawiyê bihêrive û bikeve taketiyê (singularity), ko bi navê Perçiqîna Mezin (Big Crunch) tê naskirin. Ev senaryo tê wateyê ko tîra demê dê berevajî bibe, ji ber ko entropî dê kêm bibe û wekhevî dê zêde bibe. Lêbelê, her dû senaryo grîmanî (hypothetical) ne û bi gelek texmîn û nediyariyan ve girêdayî ne.

Tîra demê yek ji beşên herî balkêş û razdar yên fîzîkê ye. Ew bandorê li serpêhatiya me ya rojane ya rastiyê, têgihiştina me ya sedemîtiyê û têgihiştina me ya viyana azad dike. Ew her weha di derbarê xweza û wateya demê de gelek pirsên felsefî derdixe meydanê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button