Hat îdiakirin ku Google ji bo Gmail reaksiyonên emoji pêşxistiye ku heke were weşandin, dê platforma e-nameyê hinekî din wekî serîlêdana peyamberdanê hîs bike.
Hin kodên ku di nûvekirinên dawî yên Gmail-ê yên ji bo iOS û Android-ê de hatine vedîtin destnîşan dikin ku ev taybetmendî dê ‘zû zû’ were.
Hat ragihandin, APK çend rêzikên kodê hene ku, rasterast behsa reaksiyonên emoji dike. Agahdarî piçek kêm in, lê yek rêzek di koda APK-ê de dibêje ku taybetmendî “di nêzîk de werê” û ku “hûn ê di nav yekem bikarhênerên Gmail de bin ku reaksiyonên emoji bistînin.”
Ev pêşniyar dike ku Google dê îhtîmalek taybetmendiyê li ser bingehek tixûbdar(sinordar) berî serbestberdana giştî ya tevahî biceribîne.