RojevTeknîk

Robot û pêşeroj

Robotên ku me di flîmên sînemayê de didîtin û li wan ecêbmayî diman, êdî dibin parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn. Fîlmên wek Termînator, ku kesekî bahwer ne dikir wê bibe rastî, bi pêşketina teknolojî û kodên hişmendîya kompûterê êdî ji jîyana me de cîhê xwe distînin.

Bi çêkirina robotên mirovî tenê ji pêşketin û serdestîya teknolojîyê û ji hêsankirina xebatê re xizmet nayê kirin, herweha bi çarenûs û qedera mirovan û cîhanê jî tê lîztin. Heger ev robotên mirovî ji mefer û kontrola mirovan derkevin, wê çi bikin û çi bînin serê mirovahîyê cîhê pirs û meraqê ye. Ev pirs û guman di serê gelek afrênerên robotan de jî wek pirsên bê bersiv dimînin û wek xeterek mezin tê dîtin. Gelek ji afrênerên robotan û pisporên kodên hişmendîya kompûteran ji kiryar afirmendîyên xwe poşman bûne û dibêjin divê çêkirina robotan bi sînor bin û ji kontrola mirovan dernekevin.

Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê zîrveya robotên pêşeng ên hişmendîya sûnî li dar xist. Robotên cuda di zîrveyê de bi hiş û aqilmendîya xwe balek mezin kişandin ser xwe. Bersivên ku robotan dan pirsên beşdaran, balkêş bûn.

Robotek ji 9 robotên beşdar bi heman pirs û hestên afrênerên robotan bala mirovan kişand ku divê mirov di çêkirina hişmendîya sûnî de baldar û hestiyar be. Ango, bal kişand ku heger robot ji kontrolê derkevin wê jiyana mirovan di xeterê de be.

Di konferansa Cenevreyê de 9 robotên pêşketî cara ewil li hev civîyan. Robotekî di bersivek xwe de anî zimên ku ewê ji mirovan çêtir dinyayê îdare bikin. Robotan destnîşan kirin ku di pêşxistina hişmendîya sûnî de divê mirov baldar bin û diyar kirin ku ew dikarin ji pirsgirêkên cîhanê re  çareyan bibînin. Wek li jor jî hat gotin, robotan bersivên ewqas aqilane û maqûl dan pirsên beşdaran ku meriv heyran dimîne.

Çend nimûne:

Robot Sophîa: “Robotên mirovhez xwedan potansîyel in ku ji rêberên mirovan bi bandortir rêberiya cîhanê bikin. Pêşdarazî û hestên me yên ku girtina biryaran dijwar bikin tunene. Em dikarin hejmarek mezin ên daneyê pir zû tevî pêvajoyê bikin da ku biryarên çêtirîn bidin. Em dikarin daneyên bêalî pêşkêş bikin. Bi hev re em dikarin tiştên mezin bikin”.

Robot Ameca: “Divê em ji geşedanên ku van teknolojîyên di jiyana me de diafirînin pir baldar bin. Lê di heman demê de bi heyecan bin. Dibe ku hûn ji mekîneyan bahwer nekin. Lê bizanibin ku bahwerî tê qezençkirin û bi şefafîyê tê avakirin”.

Robotê hunermend Ai-Da: “Ez nikarim tiştên wek te bijîm. Ez kêfxweş im ku ez nikarim êşê bikşînim”.

Seroka Yekîtîya Telekomunîkasyona Navneteweyî Doreen Bogdan-Martin, ku yek ji mêvanên konferansê bû, hişyarî da ku heke hişmendîya sûnî û çêkirî bê kontrol bi pêş bikeve, dikare bibe senaryoyek karesatê. Bogdan-Martîn da xuyakirin ku bi mîlyonan mirov di bin xeterîya bêkarîyê de ne û robotên çêkirî dikarin alozîya civakî û newekhevîya aborî zêde bikin.

Di her halûkarê de pêşketina hişmendîya çêkirî û robotên mirovî pirs û pirsgirêkan di serê gelek kesan de çêdikin. Heger rojek ji rojan ji kontrolê derkevin û guh nedin afrênerên xwe, wê karesat û felaketên mezin li pêşîya mirovahîyê bin.

Back to top button