Cîhan

Serokê Amerîka Biden diçe Îsraîlê

Serokê Amerîkayê Joe Biden wê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike û li ser “armancên şer û stratejîya Îsraîlê” agahîyek berfireh werbigire.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civînek çapemeniyê de li Tel Avîvê ragihand ku Biden wê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike.

Blinken diyar kir ku Biden wê “di demek krîtîk de biçe vî welatî û got: “Amerîka wê li hember êrîşên Hamasê peyama piştgirîyê bide Îsraîlê”.

Blinken destnîşan kir ku Biden wê peyama xwe ji aktorên sêyemîn yên ku dixwazin ji qeyrana heyî sûd werbigirin û êrîşî Israîl bikin dubare bike da ku vê yekê nekin.

Blinken amaje bi wê yekê jî kir, ku Biden wê ji bo azadkirina dîlên di destê Hamasê de bi Îsraîlê re jî hemahengiyek nêzîk bike.

Blinken diyar kir ku Serokê Amerîkayê wê di çarçoveya serdana xwe de di derbarê armanc û stratejîya şerê Îsraîlê de jî agahdarîyek berfireh bistîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button