Xiyanete mezin Bahçelî û Kiliçdaroglu dikin
Îro serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di guruba Ak Partiyê ya di parlementoyê de axavtina xwe ya heftiyê kir.
Erdogan beşek axavtina xwe de bersiva serokê CHPê Kiliçdarogu û serokê MHPê Bahçelî da. Wek tê zanîn CHP û MHP ji bo pêvajoya sekinadina şer dijê vê projeya hukumetê disekinin û heta di axavtinek ya xwe de Baçelî Erdogan bi xiyanetê itham kir.
Beşek ji gotara Erdogan:
– Ez gotinên Bahçelî yên di derbarê ku min bi xiyanetê itham dike, lê vedigerênim.Yên di bingehê xwe de xiyanetê dikin ewin. Di serê kesên xiyanetê dikin Bahçelî bi xwe ye. Niha bê ku fedî bikin dibêjin “ Ev pêvajoya xiyanetê ye“ Eger xiyanetek li holê hebê Bahçelî û Kiliçdar oglu dikin.
– Bahçelî gencên MHP teşvîkê şer dike.Gencên Bahçelî dibêjin “ Bêje lê bide emê lê bidin“ Bahçelî bersiva gencên xwe dide: “ dema demê wê werê ezê bêjim“ gencên MHPê destpêkirinê êrîşê gencên din dikin. Derdê wan ne zanyariye terore.
– Em Bahçelî te nas dikin.We ev welat ber bi îflasê ve bir. Xelkê bersiva we da û hun nexistin parlementoyê de.
– Kiliçdaroglu tişta îro dibêje, sibehê ji bîr dike.
– Encama vê projeyê aramiyê tîne welatê me.
– Kilaçdaroglu û Bahçelî nikarin vê pêvajoyê sabote bikin.
– Ew kultura ku li ser şer û şerkirina çekdarî hatiye avakirin dema xwe xilas kiriye.Hêdî kesek nikare li ser xwîna ciwanan siyasetê bike.
– Kuştina ciwanan çi ki gel xwe anî? Hun ji serpêhatiya wan yê çendan dizanin?
– Ciwan hatin idam kirin. Kî feyde jê dît? Em îro dibînin kî feyde jî dît.
– Ez bangê wan kesên ku dengên xwe didin CHPê û MHPê dikim.“Bila herkes dilê xwe fireh bike,Tirkiyek nû derdikeve holê. Ji izna xwedê ev êş û elem dawî dibin û hêstirên çawa bisekin.
Rojeva Kurd