Polîtîk

Serokwezîr:Divê projeyên me di xizmeta xelkê hejar de bin

Konseya bala ya învestkariyê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, duhî roja duşemiyê 01.04.2013ê li bajarê Hewlêrê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di civînê de hijmareke pirsên giring û aktuel yên girêdayî  warê sermayerazandinê li sektora zîraetê, pîşesaziyê, tûrîzmê û akincîbûnê de hatin minaqeşe kirin.
Di civînê de biryar hat dan ku komîteyeke taybet ji aliyên peywendîdar pêk bê û ew komîteye raporekê li ser pêdawîstiyên her wîlayeteke herêma Kurdisdtanê di warê akincîbûnê de destnîşan bike û sedemên wê yekê jî diyar bikin ka gelo çima hindek pirojeyên akincîbûnê hata nuha neketine di warê cîbicîkirinê de tevî ku îcazeya avakirinê jê re hatiye dan.

Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de got ku, siyaset û armanca hikûmeta herêma Kurdistanê ji sermayerazandina di warê akincîkirinê de xizmetkirina xelkê kêmderamet û hejar e û divê pirojeyên akincîkirinê di xizmeta xelkê hejar û kêmderamet de bin û rêjeya kêmxaniyan li herêma Kurdistanê bê çareser kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de tekîd li ser kalîteya avakirina xaniyan kir û got ku, nuha herêma Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku pirojeyên avakirina xaniyan li gor standardên giştî be û karê xerap, bêkalîteyî û astnizim bi tu awayî qebûl nabe.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, divê li her wîlayeteke Kurdistanê; Silêmaniyê, Hewlêr û Duhokê, bo xelkê kêmderamet û hejar 1000 şiqe bên avakirin û bê pêşîne û bi qerzên domdirêj bên dabeş kirin.

Back to top button