Polîtîk

Talabanî: Pirsgirêk bi gefan çareser nabin

Serokê Giştî yê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl Talebanî di Foruma MERI de axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkîyê re têkilîyên baş hebin, lê di van şert û mercan de ne pêkan e.

Talabanî got: “Tirkîyê 3 hevalên min ên qehreman ên beşdarî şerê DAIŞ bûne, bê hincet şehîd kirin. Di derbarê Rojava de nêrîna me ji wan cuda ye. Têkilîya me bi PKK re ne wek ku tê gotin e. Lê ev pirsgirêk bi gefan nayê çareserkirin“. Talabanî, di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendîyên Hewlêr-Bexda û PDK-YNK, rewşa navxwe ya YNK, pêwendîyên ligel Amerîka û Tirkîyê de dîtinên xwe anî zimên.

Rewşa navxweyî ya YNKê

Talabanî, derbarê pêvajoya ku partîya wî tê de derbas dibe nirxandin kir û got: “ Ya yekem ji bo me ya girîng ew e ku em yekîtîya xwe ji hundir ve biparêzin. Armanca me pir hêsan e, emê bi hemû hêza xwe xizmeta netewa Kurd bikin. Serkirdayetîya nû ya YNKê ji kadroyên xwedî ezmûn û ciwan pêk tê. “Yek ji armanca me ew e ku em kadroyekî çêbikin û partiyê bi pêş ve bibin“.

Nexşeya nû ya YNKê

Talabanî diyar kir ku ew dixwazin ji bo pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên li gel Bexdayê çareserîyekê bibînin û got: “ Hûn helwesta Bexdayê dizanin. Em nikarin mûçeyên karmendan kom bikin, lê em dikarin rûmeta gelê xwe biparêzin. Dîsa em dikarin serxwebûna Dadwerîya Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û ji hizbîbûnê dûr bixin. Em dikarin pirsên dijwar ji xwe bikin. Saddam ji sala 1991ê ve li Kurdistanê nemaye, lê çima heya niha jî elektrîka me ya bi rêk û pêk nîne? Çima av têr nake? Çima ciwanên me ji vî welatî direvin?”.

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Di derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de Talabanî da zanîn ku wan di van du salên dawî de tîmek bihêz li Bexdayê ava kirine û got: “Em piştevanîya hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo bidestxistina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dikin û ji bo vê yekê jî em bi awayekî ferdî ligel berpirsên Iraqê civiyane“. 

Têkilîyên bi Tirkîyê re û pirsgirêka PKK

Bafîl Talabanî di derbarê têkilîyên bi Tirkîyê û pirsgirêka PKKDe jî weha got:

“Çareserkirina pirsgirêka me ya bi Tirkîyê re zehmet e. Pêwîst e peywendîyên me bi Tirkîyê re baş bin û em dixwazin jî baş bin. Mesele ev e ku em xwedî nêrînên cuda ne. Em bi awayekî din li rewşa Rojava dinêrin. Em tiştekî dibînin û ew tiştekî din dibînin. Ez wisa difikirim ku pirsgirêkên bi Tirkîyê re wê bi diyalogê çareser bibin. Kurd serhişk in, em di bin zextan de tiştekî nakin. Ez bawer dikim ku di navekê de cîhek heye ku em dikarin hev bibînin. Lê eger ew naxwazin rûnin û biaxivin, emê çi bikin? Em amade ne ku ji hemû pirsgirêkan re çareserîyan bibînin“.   

Back to top button