
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku ew dixwazin di pêşxistina têkilîyên navbera Sûrîye û Rojava de hevkarîyê bikin û got: “Em amade ne ku ji bo avakirina bawerîyê di navbera hikûmeta navendî ya Sûrîyê û Kurdên li rojhilatê welêt de hevkarîyê bikin”.
Pûtîn di civîna Klûba Valday a Navnetewî ya ku li Soçiyê hat lidarxistin de pirsên li ser mijarên guncav bersivand. Pûtîn, bersiva pirsên Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, Akademîsyen û Berpirsiyarê Herêmên Derveyî Rêveberîya Kurdistanê Dr. Muhammed Îhsan da û behsa siyaseta welatê xwe yê di derbarê Iraq û Rojava de kir.
Pûtîn diyar kir ku ew parçeyek ji pêvajoya aştîya li Sûrîyê ne û di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de pêvajoyê dimeşînin û got: “Em nikarin alîyekî bi ya din biguherin, tenê em dikarin rê li ber avakirina Sûrîyê vekin. Jîngehek diyalogê ji bo hemû alîyan girîng e. Di rastiyê de hemû alî piştgirîya vê rêyê dikin. Em dikarin ji bo peymana di navbera wan de wek garantorekê”.
“Em amade ne hevkarîyê bikin”
Pûtîn, têkildarî têkilîyên di navbera hikûmeta Sûrîyê û rêveberîya Rojava de jî got: “Em amade ne ji bo avakirina bawerîya di navbera hikûmeta navendî ya Sûrîyê û Kurdên li rojhilatê Sûrîyê de cîh bigirin. Ev pêvajo pêvajoyek aloz e. Ez hewl didim li vir pir bi baldarî biaxivim ji ber ku her peyv girîng e”.
“Hewldanên avakirina nîvdewletê wê tu encamên erênî nede”
Pûtîn bi berdewamî bersiva pirsan da û got: “Bê guman, hê gelek tişt hene ku bên kirin. Bi dîtina min, desttêwerdanên derve yên niha û hewldanên avakirina nîvdewletekê ji bo armancên xwe, wê tu encamên erênî nede. Ji cîhûwarkirina êlên Ereb ên ku di demên borî de li hin deveran bi cîh bûne ji bo avakirina vê nîv-dewletê pirsgirêkek tevlihev e û tenê wê şer dirêj bike”.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê
Pûtîn di derbarê nakokîyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got: “Pêwendîyên me yên pir baş li gel Iraqê hene û em pêşwazî li serdana serokwezîrê Iraqê bo Rûsyayê dikin. Rast e em di gelek warên hevpar de dixebitin, bi taybet di warê enerjîyê de, lê qadek din jî heye ku ji aboriyê girîngtir e. Ew jî lojîstîkî ye. Ezê li ser vê mijarê bi berfirehî neaxivim. Lê em dizanin ku gelek vebijark hene, ku hemî ji me re guncav in, wek pêşxistina zincîra lojîstîkî, veguheztin û pêşxistina rêyên bejayî”.
Di dawîyê de Pûtîn ev gotin gotin: “Serokwezîr tê vir û em kêfxweş in ku em bi wî re van hemû mijaran gotûbêj dikin. Di nav wan de asayîşa navçeyî û ewlekarîya navxweyî ya Iraqê. Me bi dehê salan piştgirî da têkiliyên bihêz û pêbawer ên bi Iraqê re”.


